"Konferans nîşaneya berçav a lêgerîna azadiyê ye"
"Konferans nîşaneya berçav a lêgerîna azadiyê ye"
"Konferans nîşaneya berçav a lêgerîna azadiyê ye"
Ji çar konferansên çareseriya demokratîk û aştiyê, ya duyemîn li Bakurê Kurdistanê tê lidarxisitn. Bangdarên konferansê, vê yekê weke nîşaneya herî berçav a lêgerîna Kurdan a azadiyê dibînin. Her weha destnîşan dikin ku ev konferans ji bo afirandina yekitiya Kurdan, xwedî girîngiyeke stratejîk e.
"Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê", di navbera 15-16'ê Hezîranê de ji aliyê 17 rêxistinên tê de BDP, KCD, KADEP, OSP Û DDKD cih digirin, li Amedê tê lidarxistin û amadekariyên wê dewam dikin. Li dû xebatên amadekariyê yên demdirêj, konferans wê bi beşdairya 140 delegeyan pêk were û li gel 48 sazî 80 rewşenbîr, akademîsyen û pêşengên civakê, wê 300 kes beşdarî konferansê bibin. Ji bangdarên konferansê Serokê Giştî yê DDKD Îmam Taşçier, Alîkarê Serok Giştî yê OSP'ê Azîz Mahmût Ak û Serokê Rêxistina KADEP a Amedê Ciwanroj Cehyan, ji ANF'ê re nrixandin. Di nirxandinan de hat destnîşankirin, ku konferans nîşaneyeke berçav a Kurdan ji bo lêgerîna azadiyê ye.
Serokê Giştî yê DDKD Îmam Taşçier da xuyakirin ku beriya her tiştî ew li bendê ye "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" yekitiya Kurdan biafirîne û got, "Ji ber ku di dîrokê de ti carî Yekitiya Kurdan nebûye û di her raperînê de li dijî tevgera Kurd, tevgereke din a Kurd hatiye organîzekirin û bi wê hewl hatiye dayîn bê tinekirin. Yek ji armancên me yên bingehîn ên ji vê konferansê jî ew e, ku vê rastiyê raxin ber çavan û Yekitiya Kurdan biafirînin."
TAŞÇIER: KURDAN JI OSMANIYAN Û VIR VE BERDÊLÊN GIRAN DAN
Taşçier diyar kir ku gelê Kurd heta roja îro li Tirkiyê bênasname jiyaye û got, "Di destûra bingehîn de hebûna Kurdan ti carî nehatiye qebûlkirin. Ji Osmaniyan û vir ve Kurdan têkoşînên gelekî mezin meşandin û berdêlên giran dan. Û îro Kurd hatine dawiya vê têkoşînê, divê mafên xwe yên rewa û qanûnî werbigirin. Pêwîste di destûra bingehîn a nû de zimanê Kurdî weke zimanê duyemîn ê fermî bê qebûlkirin, nasnameya Kurd bê qebûlkirin û mafê rêxistinbûyîna bi nasnameya xwe ji Kurdan re bê naskirin. Yanî, divê li Bakurê Kurdistanê, Kurd li ser axa xwe bi parlamentoya xwe, xwe bi rêve bibin. Eger ev statu neyê naskirin, pirsgirêka Kurd ti carî çareser nabe. Navê vêya dikare bibe xweserî, konfederalîzm an jî modêla Başûrê Kurdistanê federasyon. Divê Kurd û Tirk weke hev werin temsîlkirin. Şertê yekemîn ê temsîlkariya vê wekheviyê jî modêla federasyona Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku em gelekî bingehîn li Tirkiyê ne û mafên me yên ji netewbûnê, ji gelbûnê hene. Ez di wê baweriyê de me, ku ev mafên me jî bi tenê bi vê modêlê dikarin werin bidest xistin. Di vê konferansê de emê van binirxînin."
Taşçier pêvajoya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir û bi vekişîna gerîla ji nava Bakurê Kurdistanê dewam kir, nirxand û got, "Divê Kurd daxwazên xwe bikin yek. Pêwîste daxwazên xwe ji Birêz Ocalan ê bi dewleta Tirk re dide û distîne, daxwazên xwe bi awayekî zelal ragihînin. Ji ber ku Kurdan heta niha yekitiya xwe pêk neanî, xwe baş îfade nekir. Ji ber vê yekê daxwazên Kurdan baş nedihat zanîn."
Taşçier destnîşan kir ku divê ji konferansê şandeyeke danûstandina were avakirin û ev şande weke aliyê Kurd bi dewletê re rûnê. Taşçier destnîşan kir ku ev yek wê destê Birêz Ocalan jî xurt bike.
AK: DIVÊ HEMÛ PEKHATEYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TEVLÎ KONFERANSÊ BIBIN
Alîkarê Serokê Giştî yê OSP'ê Azîz Mahmût Ak jî bal kişand ser girîngiya tevlêbûna hemû komên çînî û qewmî yên li "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" û destnîşan kir ku ji bo her beşên civakê di konferansê de cihê xwe bigirin, ew amadekariyên xwe dewam dikin.
Ak bal kişand ser girîngiya biryarên di konferansê de werin girtin û bicihanîna van biryaran û bendewariyên xwe yên ji encamên konferansê bi van gotinan anî ziman: "Divê ji girtiyên li girtîgehan bên berdan. Şertên vegera koçberiya bi zorê bên afirandin. Astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin. Ji Kurdistanê re statu bê dayîn. Li ser navê Kurdistanê şandeyek danûstandinan bê avakirin û hevdîtin ji aliyê vê şandeyê ve bên kirin."
CEYHAN: EZ BAWERIM EMÊ BI DENGEKÎ BILIND YEKITIYA XWE ÇÊ BIKIN
Serokê Rêxistina KADEP a Amedê Ciwanroj Ceyhan jî bal kişand ser girîngiya konferansê di vê pêvajoyê de û got, "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd demeke nû ya têkoşînê destpê kir. Em hêvîdarin, wê ji konferansê di mijara çareserî û yekitiya netewî de helwesteke zelal derkeve holê. Em li bendê ne ku ji bo gotûbêjkirin pirsgirêkan û meşandina danûstandinan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, komîsyonek bê avakirin. Ez bawerim, emê bi dengekî bilind yekitiya xwe têkûz bikin."