Konferans ji bo yekitiya demokratîk û netewî ya Kurdan gava destpêkê ye

Konferans ji bo yekitiya demokratîk û netewî ya Kurdan gava destpêkê ye

Nûnerên etnîsîteyên cûda yên tevlî "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" bûne dan xuyakirin ku konferans ji bo yekitya demokratîk û netewî ya Kurdan gava destpêkê ye.

"Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" ku bi rojeva "Li Bakurê Kurdistanê statu" li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bû, ji bo diyarkirina çarenûsa gelê Kurd xwedî girîngiyeke stratejîk e. Konferansa Bakurê Kurdistanê, ku wê ji bo statuya Kurdan vînekê derxîne holê, ji gelek etnîsîteyan bi beşdariya 230 delegeyan pêk tê. Beşdarên "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" di nirxandinên xwe yên ji ANF'ê re de destnîşan kirin, ku konferans ji bo afirandina yekitiya demokratîk û netewî ya Kurdan, gava destpêkê ye.

ÇELÎK: KONFERANS SÎWANA YEKITIYÊ YE

Nûnerê gelê ji ola Êzidî Hecî Çelîk, hêviyên xwe yên ji bo temsîlkariya tevahiya gelên bindest ji konferansê anî ziman û got, "Ev civak êdî tiştekî dixwaze, ji bo pêkhatina bendewariyan pêşengekî dixwaze. Yanî ji lîderên beşên cûda yên civakê, rewşenbîr û kesên ji zimanê civakê fêm dikin dibêje, "vê yekitiyê pêk bîne." Hêviya min ji konferansê heye. Divê ji daxwaz û bendewariyên gel ên di konferansê de tên ziman, bersiv were dayîn. Gel vê dixwaze."

Çelîk bibîr xist, ku gelê Kurd berdêlên giran daye û got, "Gelê Kurd heta niha li çiyê, li binê zindanan berdêlên giran da. Heta niha tevgerek hebû û vê tevgerê di warê îdeolojîk de ji gel re pêşengî dikir. Lê belê gel niha li bendê ye ku di nava wan de civateke sîwanî ya jê re pêşengiyê bike dixwaze. Ev konferans, sîwana yekitiyê ye."

Çelîk ragihand, ku divê encamên ji gotûbêjên konferansê derkevin zelal bin da ku yekitî çê bibe û bal kişand ser girîngiya hurmeta hemû gelên li Kurdistanê ji hev re nîşan didin.

SUMER: EREB WÊ LI KÎJAN DEVERA PÊVAJOYÊ CIH BIGIRIN?

Hevseroka Yekitiya Erebên Anatoliyê, ku li ser navê Ereb û Erebên li Anatoliyê di konferansê de cih digire Azîz Tûba Sumer jî da xuyakirin ku Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê, wê li Bakurê Kurdistan û derveyî wê deng vede.

Sumer diyar kir ku heta niha gel li hemberî hev hatin qirkirin û bûn dîlên faşîzm û asîmîlasyonê û anî ziman, ku bi taybetî Ereb li hemberî Kurdan xwedî pêşhuqmekê ne.

Sumer ragihand ku eger xweserî an jî konfederasyon pêk were, wê Ereb têkevin nava fikaran ku ewê li ku devera pêvajoyê cih bigirin û got, "Em ji vî alî ve pêvajoyê gelekî meraq dikin. Eger tiştekî bi vî rengî rû bide, Ereb wê li ku devera pêvajoyê cih bigirin. Ji ber ku Ereb 3. hindekahiya herî mezin a Tirkiyê û 2. hindekahiya herî mezin a li vê herêmê ye. Li derveyî welat xwedî gelek dewlet û xebatên kolektîf in. Lê belê hîn li Tirkiyê qels e. Û sedema vê jî faşîzma ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye afirandin e. Di vî warî de em xwe li hev kom dikin û dibin xwedî bineyatiyeke kolektîf. Wê bi çi rengî bandorê li bineyatiya çandî, aborî û siyasî ya Ereban bike. Di perwerdeya zimanê dayikê de wê bandoreke çawa bike. Temsîlkariya wê, wê bi çi rengî bibe. Em di çarçoveya vê xweseriyê de girîngiyê didin, statu û bineyatiya wê ya sosylojîk. Ji ber vê yekê em li vir in."

Sumer ragihand ku li dû konferansê wê sîwaneke bi pirdengî û bi bingeh were avakirin û destnîşan kir, ku ew dixwazin Ereban jî di bin vê sîwanê de bînin cem hev. Sumer ev gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Rastiya herî girîng a raperînên bi navê Bihara Ereb, derxistin holê ev . Bihara Ereb dijderketina li zext û ferzên derve ye, qetandina vî kincê dîla ye." bibîr xist û got, "Mina ku birêz Ocalan di peyama xwe de anî ziman, gava behsa çand û bihara Ereban kir, di rastiya xwe de, bû dengê hemû gelên li dijî asîmîlasyon û zilmê têdikoşin."

Sumer bal kişand ser têkoşîna BDP'ê ya ji bo azadiya Jinê û diyar kir, ku di serî de jinên Ereb ew dixwazin hemû jinan tevlî vê pêvajoyê bikin.

Sumer her weha kêfxweşiya xwe ya ji bo lihevkombûna gelek bineyatiyên mîna Kurd, Êzidî, Suryanî û Ereb anî ziman û dawî li axaftina xwe anî.

ESTUKYAN: HDK WÊ SIBÊ ASOYÊ ME FIREHTIR BIKE

Endamê Weqfa Ermenî ya Amedê û nivîskarê Rojnameya Agosê Pakrat Estûkyan da xuyakirin ku ew Konferansa li Amedê gelekî girîng dibîne û weha peyivî: "Li vê derê ji gelek nêrînên cûda mirov hene. Em jî yek ji wan enîsîteyan li vir in. Ya girîng, li hev kombûna vê konferansê bi vê beşdariya dorfireh e. Bi qasî dizanim 230 delege hene. Ev tevlêbûneke mezin e. Çawa ku aliyê din ê çareseriyê hukûmet bi rêya mirovên aqilmend hewl dide bineyatiyekê ava bike yan jî karê û barên xwe bi rêya wan ji bingeha xwe re radigihîne, konferansa îro ya li vir ku piştî konferansa li Enqerê ya duyemîn e, gelê Kurd jî hewl dide daxwaz û bendewariyên xwe zelal bike. Ji ber vê yekê civînek li gorî armanca xwe ye. Hîn bêtir wê daxwaz û bendewarî derkevin pêş. Ji bilî vê konferansê, divê civînên hîn kûrtir werin lidaxistin."

Estukyan diyar kir ku moderatorê herî girîng ê vê civînê birê Ocalan e û destnîşan kir, ku li piştperdeya vê konferansê li gel BDP'ê, hewldanên însiyatîfa gelên Tirkiyê HDK heye.

Estûkyan got, "HDK wê sibê asoyê me firehtir bike. Ji ber ku li Tirkiyê, bi saya Tevgera siaysî ya Kurd an jî pêvajoya netewbûnê ya Kurd re, êdî hin gel pê hesiyane ew jî asîmîle bûne. Gelê Çerkez ê xwedî nifûsek bi milyonan û gelê Laz tenê çend ji van mînakan e. Di nava van gelan de hin însiyatîf derketine holê ku bi çanda xwe hesiyane û hewl didin jinûve ava bikin. Federasyona Komeleyên Kafkas û Komeleya Çanda Laz hin ji van e. Vana dibin civata HDK'ê. Ji ber vê yekê, ev hemû hêviyeke mezin a ji bo Tirkiyê dide me."