Konên çareseriyê yên li Wan û Şirnexê bi girseyî tên ziyaretkirin

Konên çareseriyê yên li Wan û Şirnexê bi girseyî tên ziyaretkirin

Li Payîzava ya Wanê û Gundikê Melê yê Şirnexê ziyareta konên ku bi armanca vekişîna gerîllayan were şopandin hatine vekirin berdewam dikin. Cengîz Aktar ê yek ji rojnamegerên kon ziyaretkirin got,  “Serokê efsanewî Nelson Mandela di sala 1992’an de ji zîndanê derket û aqubet li ser tevayî Kurdan be.” 

Li Wanê di pêşengiya Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) û Meclîsa Jin a BDP’ya Wanê ji bo şopandina vekişîna gerîllayên HPG’ê konê, li ber Pira Krom a li Herêma Nordiz Mervana ya girêdayî Payîzava ya Wanê hatiye vekirin ziyaret berdewam dikin. Konê Çareseriya Demokratîk ku beriya niha 10 rojan hat vekirin û ligel rêveberên navçe û bajaran ên BDP’ê ji aliyê saziyên civakî yên sivîl ve her du rojan bi awayekî dorveger nobet tê girtin. 

Kon ji aliyê gelê herêmê û rêxistinên HDK’ê HDP’ê yên Wanê bi awayekî girseyî hat ziyaretkirin. Girse ji aliyê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û saziyên ku di nobetê de bûn hatin pêşwazîkirin. Li gir û derdora kon alên PKK’ê û KCK’ê ku hatin daliqandin, ji aliyê ciwanan ve bi keviran “PKK” û “Apo” hat nivîsandin. Hin nivîs ji aliyê dayikan ve hatin boyaxkirin. Her wiha di ziyaretê de nobet ji aliyê rêxistinên Qelqelî û Payîzava yên BDP’ê ve hatin dewrgirtin. Di dewrgirtinê de ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyek rêz hat girtin û dirûşmayên “Bijî Serok Apo” hatin gotin

Piştî çend saetan şûn ve kon ji aliyê parlamenterê Wanê yê BDP’ê Nazmî Gur, Hevserokê Rêxistina Wanê ya BDP’ê Musa Îtah, Rojnameger-Nivîskar Prof.Dr. Mehmet Altan û Rojnameger Cengîz Aktar hat ziyaretkirin.  Mehmet Altan ku li wir axaftinek kir destnîşan kir ku ji bo êşên rû dan careke din rû nedin, pêvajoya aştiyê mayînde bibe û bi demokrasiyekê were tacîdarkirin dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve.  

Piştî Altan Rojnameger Cengîz Aktar jî got, "Em ji konê Taksîmê têne vir. Mudaxeleya tund a li hemberî Parka Gezî careke din zilma dewletê ya li herêmê da xuyakirin. Aktar di axaftina xwe got ku gelên li Tirkiyeyê bi salan e li benda aştiyê ne û wiha berdewam kir:  "Mijara zimanê dayikê yê Kurdan, mijara Kurdan a li Iraq û Sûriyeyê,  mijara efûya giştî, û bendewariya serbestberdana Abdullah Ocalan û edaletê heye.” Aktar di axaftina xwe de bi bîr xist ku serokê efsanewî yê Başûrê Afrîkayê Nelson Mandela di sala 1992’yan de ji zîndanê derket û got, "Aqubet li serê hemû Kurdan be.” 

Konê ji aliyê Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH)’ê bi mebesta vekişîna gerîllayan bişopînê li Gundikê Melê yê Şirnexê hatiye vedan jî bi girseyî tê ziyaretkirin. Kedkarên jin ên endamên KESK’ê ku ji Amed û Şirnexê hatin ziyareta kon û şahiya li wir organîzekirin  pirr bal kişand û rastî eleqeyeke mezin hat.  Di pêşbirka zanyariyê ya bi komên ji 5 kesan pêk dihat de pirsên têkildarî dîroka Kurd, wêje û muzîkê hatin pirsîn. Her wiha danê êvarê jî ji gundên derdor bi sedan mirov bi dirûşmayan hatin ziyareta kon.