Konê teziyeyê bi girseyî tê ziyaretkirin

Konê teziyeyê bi girseyî tê ziyaretkirin

Serdanên sersaxiyê yên ji bo şervanê YPG’ê Abdullah Çoban (Zemanî Xerzan) ê hefteya buhrî li Kobanê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da didomin.

Ji bo şervanê YPG’ê Abdullah Yakut (Zemanî Xerzan) ê li Şehîdgeha Xerzanê ya li navçeya Xîzan a Bedlîsê hat veşartin, li Wanê konê teziyeyê hat vedan. Gel bi girseyî tê serdanê.

Welatiyên li Qada Newrozê kom bûn, bi dirûşmayên, ‘Şehîd namirin’, ‘Kobanê wê ji DAIŞ re bibe gor’ û ‘Bijî Serok Apo’ ber bi konê teziyeyê ve meşiyan. Di meşê de Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer, rêveberên DBP’ê yên Wanê, Serokê MEYA-DER ê Wanê Salih Kaplan, Hevşaredarên navçeyan, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên  civaka sivîl û gel amade bûn. Li vir ji bo şehîdên azadiyê deqeyekê rêz hat girtin.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer di axaftina xwe de banga bilindkirina têkoşînê kir. Uçer her wiha banga tevlîbûna mewlûda ku wê sibe ji bo şervanê YPG’ê Çoban bê dayîn kir.