Konê sersaxiyê yê gêrîla Tekoşer bi girseyî tê ziyaretkirin
Konê sersaxiyê yê gêrîla Tekoşer bi girseyî tê ziyaretkirin
Konê sersaxiyê yê gêrîla Tekoşer bi girseyî tê ziyaretkirin
Konê sarsaxiyê yê ji bo gêrîlayê HPG'ê HPG'ê Murat Aksoy (Tekoşer Qoser) ku li Geliyê Kirdimê jiyana xwe ji dest dabû hat vedan bi girseyî tê ziyaretkirin.
Di 27'ê Adara 2013'an de li Geliyê Kirimê yê di navbera Navçeya Pilemurê ya Dêrsimê û Navçeya Çêrme ya Çewlikê de gêrîlayê HPG'ê Murat Aksoy (Tekoşer Qoser) qeza derbaz kir û jiyana xwe ji dest dabû. Piştî malbatê cenazeyê gêrîla Aksoy wergirtin û şûnde li Qoserê definkiribûn. Piştî definkirina cenaze malbatê li taxa Îpekê ya Qoserê konê sersaxiyê veda. Di konê sersaxiyê de endam û rêveberên BDP'ê KURDÎ-DER, MEYA-DER, MADAY-DER, TUHAD-DER, Navenda Jinê ya Nuda, Navenda Etuta Mehmet Yalçin, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê DÎSK û Hevparên KESK'ê Nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de bi hezaran kes amade bûn.
Girsê di ziyaretê de alên PKK û KCK'ê bilind kirin û silogana "Ciwan fedaiyên Apo ne", "Qatil Erdogan" û "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "PKK gele, gel li vire" û "Şehîd namirin" qîr kirin. Girseyê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîlayê HPG'ê Aksoy bi kon vekir û piştî ziyaretê dua kirin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz axivî û wiha got: "Bila serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serê hemû gelê Kurd sax be. Heta ku em azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya gelê kurd bi dest bixin dê têkoşîna me berdewam bike.”
Kalikê gêrîla Murat Aksoy Nezir Aksoy jî wiha got: "Erdogan bi qasî min ne mislimane. Êdî Erdogan nikare gelê Kurd bixapîne. Neviyê min şehîdê azadiya Kurdistanê ye. Bila serê hemû gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be”. Sibê seet di 13.00'an de dê li konê sersaxiyê ji bo gêrîla Aksoy mewlûd bê dayîn.