Konê nobetê yê ji Colemêrgê birin Şemzînanê
Konê nobetê yê ji Colemêrgê birin Şemzînanê
Konê nobetê yê ji Colemêrgê birin Şemzînanê
Konê nobetê ku ji aliyê DOKH'ê ve li Colemêrgê hatibû vedan piştî şahiyekê, veguhestin Şemzînanê.
Konê nobetê ku ji aliyê Tevgera Jinên Demokratîk û Azad (DOKH) ve ji bo şopandina paşvekişandina gêrîlayên HPG'ê di 14'ê gulanê de li Taxa Sumbul a Colemêrgê hatibû vedan, piştî şahiya hatiye lidarxistin, şandin navçeya Şemzînanê. Di şahiyê de girseyê li ber muzîkan govend girêdan. Rêveberên BDP'ê û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl jî tevlî şahiyê bûn. Endama Meclîsa BDP'ê Melîha Varişli di şahiyê de bang kir ku hemû kes xwedî kon derkevin û tevlî çalakiyê bibin.