Konê li Girê Rahmo hate rakirin

Konê li Girê Rahmo hate rakirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li Girê Rahmo konê çareseriya demokratîk ku ji aliyê Komîsyona Şopandinê ve hatibû vedan, ji ber meha Remazanê hate rakirin. 

Li navçeya Geverê li Girê Rahmo konê çareseriya demokratîk ku di nav de BDP û rêxistinên civakî yên sivîl jî hene ji aliyê Komîsyona Şopandinê ve hatibû vedan ji ber meha Remezanê hate rakirin. Di roja dawî ya çalakiya nobetê de govend hate gerandin, alên PKK'ê û KCK'ê hatin vekirin. Piştre bi tevlibûna, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Naîl Durmaz, Şaredarê Geverê Ercan Bora û gelek kesan daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Durmaz ve hate xwendin de, hate gotin ku dê rewşa li heremê her tim bişopînin û niha ji ber meha Remezanê ew ê konê çareseriyê rakin. 

Piştî daxuyaniyê, kon hate rakirin.