Konê Çareseriyê yê Dêrsimê cih diguherîne

Konê Çareseriyê yê Dêrsimê cih diguherîne

Konê Çareseriya Demokratîk ê li Dêrsimê ji bo çareseriyê hat vedan, her roj ji aliyê sedan kesan ve tê ziyaretkirin. Konê Çareseriya Demokratîk dê îro saet di 17.00'an de cihê wê veguhezin Gundê Roşnekê. 

Konê Çareseriya Demokratîk ku ji aliyê Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) ve li Qada Seyit Riza a Dêrsimê hat vedan, her roj ji aliyê sedan kesan ve tê ziyaretkirin. Her roj bi seda kes ji tax û gundên derdorêtên konê çareseriyê ziyaret dikin. Jinên ku di bin baneyê NÇM'ê de xebatê dikin, nûnerên saziyên jinan ên Amedê aktîvistên jinan ên Amedê û reveberên BDP'ê di navde gelek kes amade bûn. Li kon sînevîzyona ku ji dimên û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat hat pêşandin. Pêşandana sînevîzoyê ji aliyê gelek welatî ve bi eleqeyek mezin hat temaşekirin. Girsê di pêşandanê de siloganên "Bijî Serok Apo" berz kir. Piştre jinan axaftin kirin. 

Ewil Koordînatora EPİDEM'ê ya Amedê Neslihan Başak, diyar kir ku ji komkujiya 1938'an heta niha bi awayekî rêk û pêk li Dêrsimê qereqol tên avakirin û wiha got: "Ji bo di pêvajoya vekişînê de, gerîllayên me bi ewle vekişin û em karibin xwe tev li pêvajoyê bikin û helwesta xwe nîşan bidin em li vir in. Dêrsim ji bo me hem di aliyê xwezayê de hem jî di aliyê çand û siyasetê de pir girîng e. niha xuya dibe çima dewlet çima zêde li ser Dêrsimê zextan dike. Ji salên 38'an heta niha li Çiyayê Dêrsimê qereqol tên avakirin. Dixwazin gelê Dêrsimê têxin bin hikmê xwe û her tim zextan li ser gelê Dêrsimê bimeşînin." 

Piştre endama NÇM'ê Berfin Emektar jî diyar kir ku wekî hunermendên kurd li pişt pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Emektar, ani ziman ku ev pêvajo bi hişyariya "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" di Newroza Amedê de bi peyama Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Em jî wekî hunermendên kurd li pişt vê pêvajoyê ne." 

Pişti civînê welatiyan jî der barê geşedanên rojevê de nerînên xwe anîn ziman. Nûnerên DOKH'ê diyar kirin ku Konê Çareseriya Demokratîk ku 10 roj berê bi boneya pêvajoya vekişîna HPG'ê li Qada Seyit Riza hat vedan, dê saet di 17.00'an de bibin gundê Roşnekê vedin. Nobedarên kon, bang li her kesî kirin û xwestin li Gundê Roşnekê tev li vedana kon bibin.