Konê çareseriyê li Tetwanê jî hate vedan

Konê çareseriyê li Tetwanê jî hate vedan

Li Gundê Engesorê yê Navçeya Tetwanê ya Bedlîsê Konê Çareseriya Demokratîk ji bo şopandina meşa demokratîk a gêrîlayên HPG’ê hate vedan.

Li Gundê Engesorê yê navçeya Tetwanê ya Bedlisê di pêşengiya BDP'ê de ji bo şopandina meşa demokratîk a gêrîlayê HPG'ê û pêvajoyê Konê Çareseriya Demokratîk hat vedan. Konê Çareseriya Demokratîk ê li Girê nêzî Gundê Engesorê hat vedan ji aliyê gelê herêmê ve rastî eleqeyek gelek mezin hat. Li gel ku Qeymeqamê Tetwanê û Waliyê Wanê nexwest kon bê vedan û zext li ser welatiyan kir jî, kon hat vedan û nobeta pêşî destpê kir. Girsê piştî kon veda li kon Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê vekirin. Waliyê ku poster û alên PKK'ê hincet nîşan da û got 'Ez dê mudaxale bikim li navçeyê civînên awarte pêk tîne.

Welatiyên ku li kon dest bi nobetê kirin, diyar kirin ku ew bi gefan gavan paşve navêjin û dê nobeta xwe ya aştiyê berdewam bikin. Welatiyê bi navê Çetîn Yilmaz diyar kir ku, ji bo li pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 21'ê Adarê Newroza Amedê de destpê kir xwedî derkevin û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê konê çarseriyê vedidin û wiha got: "Gerîllayên PKK'ê ji bo piştgiyê bide vê pêvajoyê vekişiya dervê sînor. Ji bo em jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê em konê çareseriyê vedikin. Em wekî gel û welatî ji bo destûr nedin alozî û provakasyonan em dê li vir nobetê bigirin. Em dê li vir nobeta aştiyê bigirin û em destûr nadin ku tiştên xerab pêk bên. Li gel vê gava gelê Kurd a çraesriyê hikûmeta AKP'ê li herêmê avakirina qereqolan berdewam dike. Em bang li hikûmetê û walî dikin û dibêjin gefê we me natirsîne û gavan bi me nadin paşavêtin.”

Welatiyê bi navê Çetîn Bîrlîk ku ji navçeya Motkiyê hat li vir nobet girt jî anî ziman ku, ji bo di vekişîna gerîllayan de provokasyon pêk neyên vê nobetê digirin û xwest êdî hikûmet berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Bîrlîk bang li her kesî kir û xwest berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Li kon posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê mezin û posterên gêrîlayên HPG'ê yên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin û nobet didome.