Komxebata Rûbirûbûnê "Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan" pêşniyar kir
Komxebata Rûbirûbûnê "Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan" pêşniyar kir
Komxebata Rûbirûbûnê "Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan" pêşniyar kir
"Komxebata Wendahî û Gorên Komî / Rûbirûbûna Paşerojê" di danezana encamê de pêşniyar kir ku "Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan" were avakirin. Di danezanê de hat xwestin komîsyon ji mirovên bêalî pêk were û ji bo çareserkirina travmaya mexdûran bernameyek were amadekirin.
Danezana encamê ya "Komxebata Wendahî û Gorên Komî / Rûbirûbûna Paşerojê" ku di 18-19'ê Gulanê de ji aliyê şaxê ÎHD ya Amedê ve bi beşdariya akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ve hat lidarxistin, bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya ÎHD'ê ya Amedê ji raya giştî re hat eşkerekirin.
Danezan encamê ya bi sernavê, "Heta ku hûn bi paşerojê re rûbirû nemînin, hûn nikarin pêşerojê ava bikin" ji aliyê Serokê ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî ve hat xwendin. Racî Bîlîcî da xuyakirin ku mijarên wendahî û gorên komî di her demê de li gelemperiya cîhanê xwe nîşan dane û rûreşiya wan welatên lê şer û pevçûn hene ye.
ENCAM
Bîlîcî diyar kir ku wan di komxebatê de mijarên "Rûbirûbûna bi paşerojê u rastî, li tirkiyê rastiya gorên komî û travmayên bûyerên demên derbasbûyî li ser mexdûran çê kiriye" bi dorfirehî hatin nirxandin. Bîlîcî encamên li dû van nirxandinan weha rêz kir:
* Mijara rûbirûbûna paşerojê û lêkolînkirina rastiyan, weke mijareke gelekî girîng û sereke hatiye nirxandin û hatiye xwestin ku "Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan" a jê piştrast, were avakirin. Divê ev komîsyon ezmûnên li gelemperiya cîhanê lêkolîn bike û encamên xebatên xwe yên li Tirkiyê bimeşîne, bi raya giştî re eşkere bike. Her weha pêwîste bi derxistina qanûnan destê vê komîsyonê were xurtkirin.
* Divê Tirkiye peymana Neteweyên Yekbûyî ya bi navê "Herkes li dijî wendakirina bi zorê were parastin" mor bike û berpirsyariyên xwe di vî warî de bi cih bîne.
* Ji bo dîtina kesên bi zorê hatine wendakirin û berpirsyarên kuştinên kiryarên wan ne diyar bên eşkerekirin, dewlet hemû arşîvên xwe veke, agahî û dokûmanan bide komîsyona di vî warî de bixebite, bi heman rengî aliyê din ê şer PKK jî agahî û dokûmanên di destê xwe de radestî komîsyonê bike.
* Sûcên ku wezîfedarên dewletê û hin rêxistinbûyînên cûda yên li nava dewletê kirine, weke "sûcê li dijî mirovahiyê" bên binavkirin û bêyî wextderbasbûnê, bên darizandin û cezakirin.
* Ji bo bi paşerojê re rûbirûbûn were kirin û rastî werin eşkerekirin, divê malbatên mexdûr û rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî pêvajoyê werin kirin.
* "Weqfa Wendahî Gorên Komî" ya ÎHD'ê di kongreya xwe ya dawî de biryara wê stend, bê avakirin û ev weqf tavilê dest bi diyarkirina cihê gorên komî bike.
* Ji bo eşkerekirina nasnameya gorên komî, saziyek ji pisporên bê alî û saziyên navnetewî yên zanistiyê pêk tê were avakirin û zanîngeh jî tevlî vî karî bên kirin.
* Divê cenazeyên ji goran werin derxistin, li gel eşkerekirina nasnameya wan, di heman demê de divê sedema mirina wan jî bê lêkolînkirin. Lêgerîna wendahiyan û vekirina goran divê di çarçoveya Protokola Otopsî ya Mînnesota û pîvanên navnetewî de bên kirin.
* Pêwîste xebatên vekirina goran, bi teknîkên arkeolojîk bê kirin û ji bo komkirin û nirxandina delîlên di dema vekirina goran de derkevin holê, pisporên tipa edlî amade bin. Cihê ku were îddîakirin lê gora komî heye, divê heta were vekirin ew herêm bê parastin û di dema vekirinê de jî gor neyê xerakirin.
*Ji ber xebatên bi armanca ku hestên edeletê û kewandina êşên xizmên wendayan, dîtina wendayan, xebatên nasnameyan û vekirina gorên komî; ev sazbûn, agahiyên aydê wendayan, dokumasyonên tibbî, piştgiriya psîkolojîk, piştgiriya hiqûqî, têkiliyên bi gel re ji yekineyan bê avakirin.
* Ji bo lêkolînakirin, veşartin û girtina mînakên xwînê yên wenda û xizmên wendayan, divê sererastkirinên makeqanûnî bê kirin û bi vê lezginiyê di van avabûnan de laboratuar û bingeha yekineyan bê avakirin, di navbera laboratuar û yekineyan de daneyên bi ewle bên parvekirin û torek bê avakirin.
*Ji ber sedema biryarên ku Saziya Tipa Edlî dane, ji aliyê rayagiştî ve avabûneke bê alî û wek bê bawerî tê dîtin. Wenda sûcên aydê dewletê nîşan dide û ji ber vê jî ji ber mînakên din yên cîhanê, divê xebat serbixwe, zanistî û heyetên pispor bê meşandin û an jî di bin şahidiya şahidan de bê pêkanîn.
*Di vê pêvajoyê de ji bo ku travmaya civakî û kesane bê rakirin, destpêkê divê di vî alî de sazî û yekineyên xebatan bimeşînin, bê avakirin û bi armacan ku daweî li bandora travmayê bînin divê xebateke berfireh bê meşandin û ji bo vê jî jia liyê yekineyên bê avakirin de bernameyên cur bi cur bikevin jiyanê.
*ji bilî saziyên ku dewletê temsîl dikin, divê avabûneke nû bê pêşxistin û ji bo ku kes xwe bigihînin van saziyan divê astengiyên psîko-sosyo- aborî ji holê bê rakirin.
*Divê bandora travmayê ya ku dem dirêj didome li ber çavan bê girtin û divê çavkaniyên bê dem bê avakirin.”