Komkujiya Parîsê li Moskowayê hat şermezarkirin

Komkujiya Parîsê li Moskowayê hat şermezarkirin

Li paytexta Rûsya Moskowayê, bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê, li ber Konsolosiya Fransayê çalakiyek hat lidarxistin. Nûenrên Oranîzasyona Viyan a Jinên Kurd li Moskowayê, ji bo balê bikişîne ser komkujiyê û kujer bên diyarkirin nameyek radestî rayedarên konsolosiyê kirin. 

Doh danê êvarî de bi armanca diyarkirina kujerên sê siyasetmedarên Kurd, yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û çalakgera Tevegera Ciwanan Leyla Şaylemez, ku di ku 9 ê çileye li paytextê Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin li Moskowayê li pêşiya Konsolosiya Fransayê çalakiyek hat li darxistin. Çalakiya ji hêla Oranîzasyona Viyan a Jinên Kurd li Moskowayê ve hat lidarxistin û wêneyên hersê siyasetmedarê jin û yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hilgirtin. 

Di çalakiyê de ji hêla nûnerên Oranîzasyona Viyan ya Jinên Kurd li Moskowayê Amena Aliyeva û Marîna Axoyan ve ji nûnerên konsolosiyê re name hat dayîn. Di nameyê de hat diyarkirin, ku ev şeş meh in bi ser komkujiyê re derbas bûye û heya niha kujer nehatine diyarkirin. Pêwîste dewleta Fransa kujera eşkere bike her wiha di vê çerçoveyê de bêdengiya Fransa jî di nameyê de hatibû rexnekirin.   

Di çalakiye nêzî saet û nîvekê berdewam kir de hêzên ewlekariyê nehiştin zêdeyî 10 kesan beşdarî çalakiyê bibe. Ji ber vê yêk deh kes tenê başdarî çalakiyê bûn. Ew helwesta hêzên ewlekariyê jî di çalakiyê de hat şermezarkirin. 

Çalakî bi siloganên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.