Komkujiya Licê li Cizîrê hat şermezarkirin

Komkujiya Licê li Cizîrê hat şermezarkirin

Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrişa leşkerên Tirk a li dijî gelê Kurd hat şermezarkirin. Li Cizîrê, bi armanca şermezarkirina kuştina ciwanê Kurd Medenî Yildirim duh êvarê rêya bejahî ya E-24 a navnetewî li trafîkê girtin. Li ser çalakiya ciwanan, hejmareke zêde polîsên Tirk hatin cihê bûyerê.

Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê dest li çalakiya şermezarkirinê ya ciwanên Kurd werdan. 

Ciwanan rêya E-24 li çûn û hatinê girtin û kontrola nasnameyan kirin. Bûyerên li navenda navçeyê heta derengiya şevê dewam kirin.