Komkujiya li Licê, li Enqerê hat şermezarkirin
Komkujiya li Licê, li Enqerê hat şermezarkirin
Komkujiya li Licê, li Enqerê hat şermezarkirin
Komkujiya li Licê, ku di encama gulereşandina leşkerên Tirk a li ser gundiyên Hêzanê yên çêkirina qereqolan şermezar dikir de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da, li Enqerê hat şermezarkirin.
Rêxistina BDP'ê ya Enqerê, bi armanca şermezarkirina komkujiya Licê, ku di encama gulereşandina leşkerên Tirk de ciwanê Kurd Medenî Yildirim hat kuştin, li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li kolana Yukselê daxuyaniyek da çapemeniyê.
ESP, HDK, Partîzan, EMEP, ÎHD û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk jî piştgirî dan çalakiya BDP'ê.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Enqerê Huseyîn Yaman li vir daxuyanî da û diyar kir ku di navbera gotin û pratîka dewleta Tirk de nakokî hene û dewlet berpirsyariyên xwe bicih nîne. Yaman got, "Der heqê pêvajoya çareseriyê de aliyê Kurd berpirsyariyên xwe bicih anî. Lê belê dewletê ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriya demkragtîk û aştiyane, gav neavêtiye."
Yaman ragihand ku daxuyaniyên qeymeqam û waliyê dewletê yên li ser komkujiya li Licê ne rast in û bibîr xist ku di encama gulereşandina leşkeran a li gundiyên Hêzanê Medenî Yildirim ê 18 salî jiyana xwe ji dest daye, 3 jê giran 10 kes birîndar bûye. Yaman xwest, berpirsyariyên vê komkujiyê werin cezakirin û got, "Gelo di pêvajoya hevdîtinên ji bo çareseriyê de, çêkirina qereqolan tê çi wateyê? Hûn bi dijwariyê bersivê didin mafên demokratîk." Yaman destnîşan kir ku gelên Tirkiyê wê dest ji hesreta xwe ya aştiyê bernedin.