Komîteya Suryaniyan alîkarî ji bo Rojava şand

Komîteya Suryaniyan alîkarî ji bo Rojava şand

Komîteya Morokîn a Suriyaniya ku navenda wê Ewropa ye alîkarî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê şand.

Alîkariyên ku komîteya Morokîn a Suryaniyan, ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê şand, di deriyê sînor ê Nisêbînê re gihişte Qamişlo. Alîkariyên ku gelê Suryanî li welatên Ewropayê ji bo Rojavayê Kurdistanê berhevkiribûn ji qamyonên bi madeyên xwarinê û îhtiyacên  zarokan barkirî bû pêk dihat.

Alîkariyên di deriyê sînor ê Nisîbînê re derbazî Qamişlo bû, ji aliyê Komîteya Xizmetgozarî ya Desteya Bilind a Kurd hate wergirtin.

Nunerê Komîteya Morokîn a Suryaniyan Îfram Balcîn ê ku bi alîkariya re hatibû Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku, wan ji bo pişgirtiya gelê Rojavayê Kurdistanê alîkarî şandine û got: “Ji bo ku em hinekî barê gelê xwe sivik bikin û girêdana xwe nîşan bide, Me ev alîkarî ji gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re şand.’’

Balcîn da zanîn ku, alîkariyên neha hatine şandin menewî ne û di demên pêşde alîkariyên meztir ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê bişînin.