Komisyona Şopandinê ya Sêrtê dê li Heşetê lêkolîn bike

Komisyona Şopandinê ya Sêrtê dê li Heşetê lêkolîn bike

Komisyona Şopandinê ya Sêrtê ragihand ku, li ser îdiayên leşkeran li gundê Heşetê ya girêdayê navçeya Berwarî rê birîne, wesayît gulebaran kirine û agir berdane hin konan, dê li gund lêkolîn bikin.

Komisyona Şopandinê ya Sêrtê, li ser îdiayên leşkeran di 29'ê hezîranê de li gundê Heşetê ya girêdayê navçeya Berwarî ya Sêrtê rê birî, wesayît gulebaran kirine û agir berdane hin konan, dê li gund lêkolîn bike. Heyeta ku ji endamên Komisyona Şopandinê ya Sêrtê ji Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin, Serokê TUHAD-DER'ê Îrfan Baykara û Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Sêrtê Suleyman Beştaş pêk tê, ji bo lêkolîn bike ber bi Berwariyê ve bi rê ketin.

Heyetê ragihand ku, ew dê encamên lêkolînê bi raya giştî re parve bikin.