"Komîsyona Şopandinê" ya ÎHD'ê li Amedê civiya
"Komîsyona Şopandinê" ya ÎHD'ê li Amedê civiya
"Komîsyona Şopandinê" ya ÎHD'ê li Amedê civiya
Komîsyona Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya ji bo şopandina vekişîna gerîlayên HPG'ê ji aliyê Navenda Giştî ve hat avakirin, îro li hev kom bû û rewş nirxand. Di civînê de qonaxa heyî ya vekişînê û tevgera leşkerî hat nirxandin.
"Komîsyona Şopandina Vekişînê" ya Navenda Giştî ya ÎHD'ê piştî pêvajoyeke mehekê, civîna xwe ya yekemîn lidar xist. Di civîna li avahiya ÎHD'ê ya Amedê de, Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Erdogan, Nûnerê ÎHD'ê yê Bakurê Kurdistanê Şevket Akdemîr, Serokê IHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî û hemû rêveber û serokên ÎHD'ê yên li gelemperiya Bakurê Kurdistanê amade bûn.
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Erdogan di civînê de axivî û da xuyakirin ku ji bo nirxandina xebatên komîsyona şopandinê û pirsgirêkên di vê pêvajoyê de rû dane, ew li hev kom bûne. Erdogan diyar kir ku ew bi vê armancê civîna xwe ya yekemîn lidar dixin û destnîşan kir, ku li gorî nirxandinên rêveberên di nava komîsyonê de cih digirin, ewê rêya xwe ya ji niha û pê ve, diyar bikin.
Piştî axaftina Erdogan, li ser xebatên komîsyona şopandinê nirxandin hatin kirin û raporên hatin amadekirin hatin pêşkêşkirin. Di axaftinan de, qonaxa heyî ya vekişînê, helwesta hêzên dewletê, operasyonên tên meşandin û astengiyên heyî, hatin nirxanidn. Di civînê de her weha li ser rê û rêbazên pêşîgirtina li pirsgirêkan jî nîqaş û pêşniyar hatin kirin.