Komîsyona Şopandinê xebatên xwe dewam dike
Komîsyona Şopandinê xebatên xwe dewam dike
Komîsyona Şopandinê xebatên xwe dewam dike
Li Colemêrgê, komîsyona ji bo şopandina vekişîna hêzên HPG'ê ji Bakurê Kurdistanê hat avakirin, xebatên xwe yên li herêma Oremarê dewam dike.
Komîsyona ji rêveberiya rêxistina BDP'ê ya Geverê û rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê, li herêma Oremarê bi gundiyan re rûnişt. Gundiyan dan xuyakirin ku berî niha êrişên bi topan gelekî zêde bûn, lê ev hefteyeke bi hatina komîsyonê re, dengê topan nayê. Yek ji gundiyan Necmî Sûbaşi bal kişand ser tevgera leşkerî li hawirdora wan û got, "Çar aliyên me bi qereqolan hatiye dorpêçkirin. Em gelekî tengezar in, ewqas qereqol ji bo çi tên çêkirin? di şûna qereqolan de navendên tenduristiyê, rê werin çêkirin, wê ji bo me baştir bibe."
Rihan Çapa jî diyar kir ku ew di bin siya çekê de dijîn û got, "Malên me 24 saetan di bin çavdêriyê de ne, em bi zarokên xwe re di nava seferberiyê de jiyanê dijîn. Em jiyaneke bi vî rengî heq nakin. Dixwazin qereqol ji nava gundê me derkeve. Em naxwazin di bin siya çekê de bijîn. Divê rayedar ji vê rewşê re çareyekê peyda bikin."
Komîsyona Şopandinê piştî hevdîtina xwe ya bi gundiyan re daxuyaniyeke kurt da û Şaredara berê ya Geverê Rûken Yetîşkîn di axaftina xwe ya li ser navê komîsyonê de bibîr xist ku li herêma Oremarê êrişa bi topan tê kirin û got, "Li ser vê yekê em hatin, bi gundiyan re hevdîtin kirin. Gundiyan fikarên xwe anîn ziman. Weke şandeyê, ev cara duyemîn em tên gund. Gundî dibêjin ev çend heftene dengê topan nayên." Yetîşkîn da xuyakirin ku xebatên wan, wê dewam bikin.