Komisyona Şopandinê çû Çiyayê Kozme û Şenyaylayê

Komisyona Şopandinê çû Çiyayê Kozme û Şenyaylayê

Endamên Komisyona Şopandinê çûn herêma Çiyayê Kozme û Şenyaylayê yên bajaroka Qizilxaçê ya Mûşê ya tevgera leşkerî zêde lê pêk tê û dê li herêmê lêkolînan bike.

Komisyona Şopandinê ya Mûşê ya bi armanca vekişandina gêrîlayên HPG'ê bişopîne çû herêmên Çiyayê Kozme û Şenyaylayê. Endamên komîsyonê çûn herêma Şenyayla û taxrîbat xwezayê lêkolîn kir. Komisyonê li herêmê lêkolîn kirin. Heyetê diyar kir ku, heke tevgera leşkerî û an jî hewildanên cerdevanan hebin dê bibin mertalên zindî.

Nûnerê ÎHD'ê yê Mûşê Saîm Atilgan li ser navê komîsyonê axivî û wiha got: "Em komisyona xwe pêk anî. Me biryara destpêkê li herêma Şenyayla û Çiyayê Kozme lêkolînan bikin girt. Herêmekî tevgera leşkerî zêde pêk tê ye. Armanca me ewe ku pêvajo têk neçe. Divê hemû kes ji vê yekê baldar be. Em tenê li Şenyaylayê na em dê li herêmên din jî lêkolînan bikin. Pêdivî pêk hebe em kon vedin û nobetê bigirin."

Piştî lêkolînan endamên komisyonê derengî şevê vegeriyan bajar.