Komîsyona Şopandinê bi fermandarê Qereqolê re hevdîtin kir

Komîsyona Şopandinê bi fermandarê Qereqolê re hevdîtin kir

Komîsyona Şopandinê ya Wanê, ku ji bo vekişîna hêzên HPG’ê bişopîne hat avakirin, li gundê Eşmepinarê bi fermandarê qereqolê re hevdîtin pêk anî.

Komîsyona Şopandinê ya Wanê, di çarçoveya xebatên xwe yên lêkolînê de li navçeya Elbakê dest bi danûstandinan kir. Endamên komîsyonê serê sibê bi du wesaîtan derbasî Elbakê bûn û çûn serdana Şaredariya Elbakê. Dûre endamên komîsyonê çûn gundê Dêrê û keya û şêniyên gund re rûniştin. Piştre endamên Komîsyonê çûn gundê Kanîreş ê li ser sînor û bi welatiyan re sohbet kirin.

Endamên Komîsyonê dûre bi fermandarê qereqola Dêrê re hevdîtin pêk anî  û fikar û gumanên xwe yên li ser tevgerên leşkerî anîn ziman.