Komîsyona Meclîsê bi girtiyên nexweş ên li Sîncanê re diaxive
Komîsyona Meclîsê bi girtiyên nexweş ên li Sîncanê re diaxive
Komîsyona Meclîsê bi girtiyên nexweş ên li Sîncanê re diaxive
Komîsyona Nirxandina Pêvajoa Çareseriyê ya Meclîsê, piştî biryar da li girtîgehan der heqê girtiyên nexweş de lêkolînan bike, îro çû serdana Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê û bi 13 girtiyên nexweş ên rewşa wan girane re hevdîtinan dike.
Endamê komîsyonê yê BDP'yî Parlamenterê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû beriya hevdîtinê agahî da ANF'ê û diyar kir ku yek ji lingê girîngê gavên ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, girtîgeh in. Zenderlîoglû da xuyakirin ku şerê 30 salan bandor li ser edaletê jÎ kiriye û pergala huqûqê ketiye bin bandora şer. Zenderlîoglû ragihand ku ew bi xwe jÎ 13 salan li girtîgehê maye û got, "Li gelemperiya cîhanê 35 hezar girtiyên siyasî hene. Zêdeyî nîvê van girtiyan jî li Tirkiyê ne. Ev yek bi xwe rewşa xeter a vê mijarê radixe ber çavan."
Zenderlîoglû destnîşan kir, ku divê şensê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye aştiyê baş were nirxandin û got, "Hukûmet ji bo bersivdayîna vê şensê aştiyê, dikare bi sererastkirin û başkirina mercên li girtîgehan û girtiyan destpê bike."
Navê girtiyên nexweş ên Parlamenterê BDP'ê Zenderlîoglû û Parlamenterê AKP'ê Metîner pê re hevdîtinê dikin ev in: Ozkan Kûrt, Hamît Babat, Haci Sîncar, Erol Zavar, Denîz Yildiz, Kemal Erturk, Zeynel Karabûlût, Adanan Ûysal, Selmani Ozcan, BedrÎ Urun, Abdulsamet Çelîk, Hasan Alkiş û Abdûrrahman Bayhan.