Komên çete gel bi zorê tevlî meşê kirin
Komên çete gel bi zorê tevlî meşê kirin
Komên çete gel bi zorê tevlî meşê kirin
Hate diyarkirin ku komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad bi darê zorê welatiyan li dijî gelê Kurd û hêza gel YPG’ê didin meşandin.
Welatiyên ku ji Helebê dihatin Efrînê, diyar kirin ku duh di seatên êvarê de komên çekdar ên girêdayî tabûra Lîwa El-Tewhîd û Asîfet El-Şemal bi darê zorê ew ji maşîneyan daxistine û ligel şêniyên ji Ezazê, li dijî gelê Kurd û YPG’ê dane meşandin. Welatiyên ku bûyer bi çavên xwe dîtin diyar kirin ku, komên çekdar dîmenên meşê dikişandin da ku li ser hin televizyonan biweşînin û bêjin ku gel li dijî Kurdan dimeşin.
Welatiyên ji Ezazê dan zanîn ku armanca komên çekdar ew e ku gelê herêmê şerê hev bikin û li dijî hev derkevin. Welatiyan destnîşan kirin ku pirraniya gelê Ezazê daxwaza komên çekdar ên meşê red kirine û yên din jî kesên bi darê zorê derketibûn.
Komên çekdar ên Artêşa Azad ev demeke herêma Efrîn dorpêç kirine, welatiyan direvînin, êşkenceyê li wan dikin û bacê ji wan werdigirin.