Komên çekdar êrîşî gund kirin

Komên çekdar êrîşî gund kirin

Tabûra bi navê El-Farûq a girêdayî artêşa azad, saet di 05.30’an de êrîşî gundê Sukeriyat êTilkoçer  kir. Di navbera komma çekdar û şêniyên gund de pavçûn rû da.

Tabûra El-Farûq Bi armanca çekên gundiyan destser bikin. Êrîşî gundê Sukeriyat ê Til Koçer kir. Di nava koma çekdar û gundiyên ku ne çekên xwe ne dan destê komê de pevçûn derket. Di encamê birîndar ji herdû aliyan çêbûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Elselam a Girkê Legê.

Xelef Mihemedê ji şêniyên gundê Sukeriyat ku destgirêdayî û birîndar gihişte nexweşxaneyê, ji ajansa ANHA’yê  re axivî û bûyer wiha rave kir:"  Çekdarên tabûra El-Farûq ketine gundê me, destên min girêdan û piştre gule ji paşve li min xistin." Mihemed di derbarê sedema ketina koma çekdar di gundê wan de bi van gotina anî ziman: ‘’ Rejîm di gundê me de tuneye, em nizanin sedemên êrîşê van koman çiye.’’

Endamên koma çekdar Mihemed El-Emaş ê birîndar tekez kir ku, wan êrîşî gund kirine û ev tişt got: " Ji bo ku em çekan ji gundiyan bistînin me serê sibê bi fermana mîrê tabûrê Eymen Bilal ê ji bajarokê Çilaxa  û binavê Ebû Elwelîd tê nasîn me êrîşî gund kiriye.’’

Endamê tabûrê yê ji Til Koçer ji Eşîra El-Begara ye û da zanîn ku, Tabûra wan girdaye Tabûra El-Farûq a li Humsê. Birîndaran diyar kirin ku gelek birîndar ji herdu aliyan hene.