Komên çekdar dîsan riya Efrîn û Helebê girtin

Komên çekdar dîsan riya Efrîn û Helebê girtin

Komên çekdar ên Artêşa Azad careke din riyên di navber Efrîn û Helebê ji çûn û hatinê re girtin. Bendên kontrolê yên li ser riya Izaz ku Heleb û Efrîn digihînin hev girtin û ne hiştin madeyên sotemenî, xwarin û derman derbazî Efrîn bibin.

Hin bazirganên Efrîn ji ANHA᾿yê re ragihandin ku, komên çekdar ên Artêşa Azad ku ev demeke ambargo li ser Efrîn danîne. Tevî ku peymana di navber Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên Artêşa Azad de beriya çend rojan hatibû îmze kirin jî, bendên kontrolê yên komên çekdar ku li ser riya Izaz a di navbera Heleb û Efrînê de girtin û rê ne dan wesayîtên giştî û yên taybet ku derbasbin û rê wî tev zîvirandin. Komên çekdar ne hiştin ku ard, sotemenî û madeyên din ji derbazî Efrîn were kirin.

Ji ber ku komên çekdar ên Artêşa Azad riyên çûn û hatinê girtin buhayê madeyên xwarin, sotemenî û derman pir buhabû. Buhaya torbeya nan derkete 200 lireyê Sûrî. Her wiha madeyên sotemenî ji aliyê hin keysbazên herêmê ku têkiliyên wan hene ji bajarê Izaz bi qaçaxî derbazî bajêr tê kirin û bi buhayên pir zêde tê firotin. Ev kesên keysbaz bermîla Mazotê bi 20 hezar lireyê Sûriyeyê ji Izaz tînin û bi 28 heta 30 hezar lireyê Sûriyeyê difroşin. Ji ber vê yekê riya çûn û hatina di nava navçe û gundên bajêr jî pir buhabû ye.

Ji ber ku komên çekdar riya di navber Heleb û Efrîn girtin hin rêwiyên ku ji Efrîn ber bi Helebê ve bi rê ketibûn, ne çar man ku riyên qaçax bikarbînin û di encamê de hin welatî ji aliyê komên çekdar ên Artêşa Azad hatin şelandin.

Li aliyekî din jî komên çekdar ên Artêşa Azad vinca mudîriya ceyranê ya Efrîn ku di çêkirina ceyrana Til Rifet a Helebê ku ji ber topbarana rêjîma Baas xirsbibû dihate bikaranîn hate destrserkirin.