Komên çekdar ceyrana gundê Aqîbê qut kirin
Komên çekdar ceyrana gundê Aqîbê qut kirin
Komên çekdar ceyrana gundê Aqîbê qut kirin
Komên Çekdar ên girêdayî Artêşa Azad ku ji 25᾿ê gulanê ve êrîşî Efrîn dikin, ceyran li ser gundê Aqîbê birîn.
Komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad ku, ji 25᾿ê gulanê ve êrîşî gundên navçeyên Şêrawa û Şera yên Efrînê dikin. Ji ber ku beramberî berxwedana şervanên YPG᾿ê têk diçin û nikarin pêşbikevin, serî li rêbazên nemerdî didin. Komên çekdar ên Artêşa Azad ku xwe li gundê Zaratê bi cih kirine, tiransê ceyranê yê gundê Aqîbê rûxandin û di encamê de ceyran li ser gund bi temamî hate birîn.
Ji ber ku tirans pir nêzî gundê Zaratê bû, Komên çekdar qernasan bikar tînin, komîteyên ceyranê li herêmê nikarîbûn xwe bighînin cihê wê û tirans çêbikin, ji ber vê yekê ceyran ji ser gund bi temamî hatiye birîn.
Komîteyên ceyranê ceyrana gundê Zaratê û Xêrbêk çêkirin, lê ji ber ku komên çekdar nêzî tiransê ku ceyranê dide gundê Aqîbê û qernas li wan deran bi cih kirine, komîteyên ceyranê nikarin xwe bigihîninê.