Komeleya Xwendekaran bi merasimekê hat vekirin

Komeleya Xwendekaran bi merasimekê hat vekirin

Komeleya Xwendekarên Azad a Zanîngeha Elihê bi merasîmekê hat vekirin.

Merasima vekirina Komeleya Xwendekarên Azad a Zanîngeha Elihê (BUO-DER) di avahiya li Navenda Kar a Asya pêk hat. Di vekirinê de rêveberên BDP, HDP,  MEYADER û her wiha endamên Meclîsa Ciwanan a Konseya Bajêr di nav de gelek kes beşdar bûn.

Beriya vekirinê ku govend hat gerandin, axaftina vekirinê ji aliyê Endama Komeleyê Ruşen Ozmen ve hat kirin.  Ozmen, di axaftina xwe de da xuyakirin ku beriya niha jî komele vekirine; lê belê ji ber zext û girtinan neçar mane bigirin. Ozmen wiha got,  "Careke din ji bo em di navbera xwendekaran de yekîtiya fikir  û hestan pêş bixin, li hemberî her cure jirêderxistinan ji bo em xwe zane bikin me komele vekir.”

Hevserokê Rêxistina BDP’ya Êlihê Serdar Atalay jî di axaftina xwe de vekirina komeleyê pîroz kir. 

Piştî axaftinan kurdeleya vekirinê hat qutkirin.