Komeleya Meleyên Colemêrgê DAIŞ şermezar kir
Komeleya Meleyên Colemêrgê DAIŞ şermezar kir
Komeleya Meleyên Colemêrgê DAIŞ şermezar kir
Komeleya Meleyên Colemergê, di daxuyaniya xwe de diyar kir li hember gelê Kurd lîstikên zexel tên kirin, wê gelê Kurd tu carî teslîm nebe û hovîtiya DAIŞ şermezar dikin.
Di daxuyaniya li ber Mizgefta Navendê ya Hecî Seîd 20 mele amade bûn. Serokê Komeleya Meleyan a Colemêrgê Yasîn Aşkan diyar kir ku li hember gelê Kurd lîstikên zexel tên kirin û got ku çeteyên DAIŞ hovîtiyeke ku di dîroka mirovatiyê de nehatiye dîtin pêk tîne.
Serokê Komeleyê Yasîn Aşkan anî ziman ku di Qurana Kerîm de kes nikare kesekî bi zorê bike Misliman û di ol de zext nûne. Aşkan got, “Divê DAIŞ’a di demên dawî de bi taybet Şengal û Kobanê kiriye hedef wê zanibe ku; wê gelê Kurd tu carî teslîm nebe. Em vê hovîtiya di bin navê Îslamê de tê kirin lanet dikin.”