Komeleya Hiqûqnasên Kurdistan ber bi AKP’ê ve meşiyan

Komeleya Hiqûqnasên Kurdistan ber bi AKP’ê ve meşiyan

Endamên Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê ji bo helwesta Tirkiyeyê ku piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê şermezar bikin xwestin ber bi avahiya AKP'ê ve bimeşin. Polîsan pêşiya hiqûqnasên Kurd girtin û li ser vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Hiqûqnasan bang li hêzên navneteweyî kirin ku nebin şirîkê komkujiyên ku li sewr kurdam tên meşandin.

Endamên Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê ku di mehên derbasbûyî de hat avakirin ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar bikin û destekdayîna Tirkiyeyê şermezar bikin xwestin li ber avahiya AKP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê pêk bînin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Beriya çalakiyê polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya AKP'ê dorpêç kirin û nehiştin tu kes nêzîkî avahiyê bibin.

Di nava wan de hevserokên komeleyê Prz. Gulşen Ozbek û Serhat Eren jî hebûn gelek parêzer ber bi AKP'ê ve meşiyan. Polîsan 200 metre nêzî avahiyê pêşiya parêzeran birîn û nehiştin biçin ber avahiyê. Polîsan wekî rêveberên AKP'ê nîşan bidin gotin ku "Heta ku ji hundir daxwaza hevdîtinê ji me re neyê em nahêlin ku tu kes biçe hundir" û li ser vê axaftinê parêzeran jî bersiva "Hûn dixwazin ji me re bibêjin ku hûn xetere ne. Ji bo em bi wan re biaxivin duh me agahî ji wan re şandibû. Hûn bi tu awayî û qanînî nikarin li pêşiya me astengiyê derxînin" da polîsan.

Piştî demeke dirêj parêzeran diyar kirin ku ligel ku polîs dizanin ku di aliyê qanûnî de nikarin pêşiya bigirin dîsa jî di aliyê astengkirinê de israr dikin. Parêzeran li ser vê yekê bi lêdana çepikan û berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê" ber bi avahiya AKP'ê ve dest bi meşê kirin. Di bêtêlên polîsan de anonsa "Bi tu awayî nehêlin ku derbas bibin. Bi mertalan mudaxale bikin" derbas bû.

Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar li ber barîkatên polîsan li serokê AKP'ê yê Amedê geriya û wiha pê re axivî: "Ma hÛn wisa mêvanên xwe pêşwazî dikin. Ez ji bo min û hempîşeyên min bêrêziyeke mezin e."

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê Serhat Eren daxuyanî da û diyar kir ku wekî hiqûqnasan di 25'ê îlonê de bi rayedaran re hevdîtin pêk anîne û ji wan re gotine ku hikûmeta AKP'ê alîkariya cebilxaneyê bi çeteyên DAIŞ'ê re dikin. Eren da zanîn ku êrîşên DAIŞ'ê li gorî hiqûqê sûcê mirovahiyê dike û wiha axivî: "Komkujiya li hemberî Kobanê ki gorî hiqûqa navneteweyî sûcê mirovahiyê ye. Divê tu kes li hemberî vê yekê bêdenfg nemîne û bêdengî şirîkatiya vî sûcî ye. Em ê şopdarê ve yekê bin." Eren bang li hêzên navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên çeteyan bêdeng nemînin.

Piştî daxuyaniyê parêzeran 10 deqe çalakiya rûniştinê pêk anîn û bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê" dawî li çalakiya xwe anîn.