Komeleya Bretanya ya dostên kurdan serdana Demirbaş kir
Komeleya Bretanya ya dostên kurdan serdana Demirbaş kir
Komeleya Bretanya ya dostên kurdan serdana Demirbaş kir
Heyetek ji komeleya Bretanya ya dostên kurdan ji Fransayê hatin serdana Amedê. Heyet li sazî dezgehên kurdan ên bajêr digerin. Di nava programa vê komeleyê de serdana Şaredariya Sûrê jî hebû.
Heyeta Fransî ya dostên kurdan duh bi şaredar Abdullah Demirbaş re hevdîtin kirin û li rewşa dawî ya herêmêû xebatên şaredariyê pirsîn.
Demirbaş ji heyetê re di destpêkê de dilgiraniya xwe ji helwesta hin welatên Ewropayêû bi taybetî jî helwesta Fransayêdi dema dawî de. Demirbaş got ku di vê dema hesas de û div ê pêvajoya dîrokî ya ku kurd tê de derbas dibin de helwesteke cihê mixabiyê û fikara ye ku hêjî li Fransayêzext li, ser siyasetmedarên kurd tên kirin. Her wiha kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar jî bibîr xist ü bang li hikûmeta Fransayê kir ku tavilê vêbûyerê rohnî bikin û kujeran bidarizînin.
Demirbaş ji mêvanên xwe re her wiha behsa heyeta ku niha ji İsrailê hatiye serdana şaredariyê kir. Demirbaş got ku bere jî şaredariya me bi gelek şaredariyên din re ên wekî Dihok, Ramallah, Derya Reş, Çanakale û gelek şaredariyên din re peymanên biratiyê girêdaye.
Demirbaş got ku niha jî em dixwazin vêpira biratiya gelan berfirehtir bikin û bi welatên wekî İsrail û hin welatên din ên herêmê re jî biratiyê pêk bînin. Demirbaş di berdewamiya axaftina xwe de got ku bi gotineke din mirov dikare bêje ku tu wate ji sînoran re nema ye û pir adi navbera gelan de tu sînoran nas nake. Her wiha got ku dibe hin pirsgirêk din ava hikûmetan de hebin lê din ava gelan de pirsgirêk tune ne.
Lijneyeke 8 kesî a endam û rêveberên Komeleya Dostanî ya Kurd û Frensî ku ji sala 1991’ê ve ye salê carekê tê herêmê û çavdêriyên xwe ji raya giştî ya Fransayê re radigihîne, piştî ji Colemêrgê hate Amedê bi gelek saziyan re hevdîtin pêk anîn. Heyeta Komeleya Dostanî ya Kurd û Fransî ya Herêma Brêtanyayê hate serdana gelek sazî û dezgehên kurdan ên li Amedê.