Komeke girêdayî Elpartî êrîşî mala endamê Asayîşê kir
Komeke girêdayî Elpartî êrîşî mala endamê Asayîşê kir
Komeke girêdayî Elpartî êrîşî mala endamê Asayîşê kir
Komeke çekdar a girêdayî partiya Elpartî ya Ebdulhekîm Beşar duh bi guleyan êrîşî mala endamê Asayîşê Selah Eldîn Mistefa û di encamê de Mistefa birîndar bû.
Endamê Asayîşê Selah Eldîn ku di encama êrîşa komeke çekdar a girêdayî Partî Demokratî Kurd li Sûriyeyê (Elpartî) ya Ebdulhekîm Beşar ku ji lingê xwe birîndar bibû rastiyê êrîşî wiha rave ki: “Ez duh êvarê saet 23᾿an vegeriyam mala xwe ya li aliyê rojhilatî bajêr ku li Taxa Mektelê dikeve, saet derdora 01.00᾿an bû em li ser dengê qerebalixê ji xew rabûn, min fam kir ku komeke dixwazin êrîşî mala min bikin. Gotinên kirêt dikirin. Min fam ne kir ka çi mesele ye, beriya niha tiştek di nav min û wan de tune bû. Cîranan ew vegerandin û dûrî mala min xistin.”
Mistefa da zanîn ku, êrîşkar ji dengê wan nasdikr û wiha pê de çû: “Min ew nas kirin, mirovên min Mihemed Mehmûd Mistefa, Fêsel Ebdurehman Mehmûd Zada, Elae Eldîn Mistefa Henefî, Mîran Îbrahîm Şukrî û ciwanekî din.”
Mistefa bilêv kir ku, piştî nîv saetê careke din êrîş kirin û wiha dom kir: “Vê carê zêdetirî 5 kesan bûn, bang li min kirin, ji mal derkeve’ kilîta deriyê hewşa min şikandin, min dît ku bi çekin, qilêş bi wan re bûn û yekî çifte (Bumbekşin) rakiri bû.”
Mistefa destnîşan kir ku, ji nişka ve guleyên tivigên wan hatin û wiha got: “Min hîs kir ku lingê min ê çepê derbe xwar û ez birîndar bûm. Dema hêzên Asayîşê hatin koma çekdar reviyan. Di encama êrîşê de ziyan gihişt mala min.”
Di derbarê sedema êrîşê de Mistefa ev tişt anî ziman: “Min ew nas kirin, ev mirovên min ên li nêzî min li taxê ne, Ev tev girêdayî Partî Demokratî Kurd li Sûriyeyê (Elpartî) ya Ebdulhekîm Bişar, hin ji wan beriya niha çûbûn Başûrê Kurdistanê û li wir di nava pêşmergeryan de hatibûn perwerde kirin.”
Hêzên Asayîşê ev kom girtin binçavan û lêpirsîn hîn didome.