Komek ji rêveberên devera Soran a YNK'ê, YNK şiyar kir

Komek ji rêveberên devera Soran a YNK'ê, YNK şiyar kir

Jimarek ji endamên rêvebiraya Yeketiya Niştimanê Kurdistanê (YNK)’ê di çarçeveya dem dijêr  kirin a mana Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê li ser kar hişyarî dan rêveberiya YNK’ê û bi tundî rexne li siyaseta niha ya partiya xwe kirin û daxwaza helwesta rast û ronî ji partiya xwe kirin.

Jimarek ji endam û rêveberên rêxistina navenda 6 ya devera Soran a girêdayî bajarê Hewlêrê ya Yekitiya Niştimanê Kurdistanê (YNK)’ê di derbarê dem dirêjkirina dema Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê nerazibûnên xwe anîn ziman û balkişandin li ser ne naskirina îradeya gel û daxuyaniya wiha dewam dike. “Ew karên ku, di 30’ê hezîranê hatî kirin ji aliyê Parlementoyê ve karek ne şirîn bû û cihê rexne kirinê ye. Dijî demokrasiyê ye û hemû lêpirsîn di keve li stûyê wan. Eger hûn bi helwest neçîn li ser vê buyerê dê gel wê peywira we ji we werbigire.”

Her wiha di daxuyaniya xwe de balê dikişînin ser ne rewabûna vê qanûnê jî û ji Rêvebarên Partiya Niştimana Kurdistanê dixwazin li ser navê hemû partiyê biryaran negirin û wiha dom dike. “Di demekî ku, hemû kes li bendê bûn ku wê YNK rola pêşengtiya demokrasîkirina Kurdistanê bigre li ser milê xwe. Lê mixabin çend kes di nava partiya me de bi bê berpirsyartî tevdigerin. Di demekî ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi guhertina desthiladariyê heyî de bi riya sindoqên denganê. Lê çend kes hene ku li ser navê bîr û baweriya tevahiya YNK’ê û hemû gelê Kurdistanê di bin banê demokrasiyê de û ji bo armancên gelên Kurdistanê gavan bavêjin û bi riya  qanûnê karê ne qanûnî bikin. Ji ber vê çendê li vê derê helwesta xwe diyar dikin ku, qet qebûl jî nakin ku tu kes bi xwîna şehîdan û demkrasiya gelê me sivikahiyê ji bo berjwendiyên xwe bike. Ji ber vê jî daxwaz li YNK’ê dikin ku, helwestek ya wan hebe li beram ber qanûna 30’ê heziranê.”

Kesên ku daxuyanî dane navên wan wiha ne:

Endamê navenda Soran Dilşad Xoşkanî

Rojnamevan û rêveberê navenda Soran Mistefa Mihemed

Komitaya Çomanê Geylan Qadir Ehmed

Rêveberê Çomanê Deryaz Hemze,

Rêveberê komiteya Çomanê Haşim Mihemed

Rêveberê navendê Xalid Mistefa