KOMAW kongreya xwe ya 1. lidar xist
KOMAW kongreya xwe ya 1. lidar xist
KOMAW kongreya xwe ya 1. lidar xist
Komeleya Malbatên Mexdûr û Wendahiyan (KOMAW) ê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de xizmên xwe wenda kirine, 1. kongreya xwe ya damezrandinê lidar xist. Di kongreyê de rêveberiya komeleyê û komîsyonek ji 40 kesan a ji bo meşandina karên komeleyê hat avakirin.
"Komeleya Malbatên Mexdûr (KOMAW) ên malbatên xizmên xwe di têkoşîna azadiyê de wenda kirine, kongreya xwe ya yekemîn lidar xist. Di serî de Elmanya, Fransa û Swîsreyê, ji gelek welatên Ewrûpayê 150 delege beşdarî kongreya li bajarê Elmanya Hagenê bûn.
Kongre li dû hilbijartina dîwanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û Serokê komeleyê Dilovan Mûsa axaftina vekirinê kir. Mûsa bal kişand ser girîngiya komalbûyîna wan a di vê pêvajoyê de û got, "Eger têkoşîna azadiya Kurdistanê bi keda şehîdan ava bûye û dimeşe, hingî ev komele jî nîşaneya dilsoziya bi şehîdan re ye. Divê herkes bi vê têgihiştinê, xwedî li komeleya me derkevin. Pêwîste hemû hevalên delege, li her cihê lê hatine xwedî li keda zarokên xwe yên şehîd ketine derkevin û li gorî wê bixebitin. Bi komîsyonên emê di vê kongreyê de ava bikin re, em dixwazin xwe bigihêjînin hemû xizmên şehîd û wendahiyan. Divê em karên xwe di vî warî de xurt bikin."
Di kongreyê de li ser navê Tevgera Civaka Azad, Civaka Îslamî ya Kurdistanê, KON-KURD, YEK-KOM, Heyva Sor a Kurdistanê, Federasyona Komeleyên Êzidî yên Kurdistanê û Înstîtuya Kurd axaftin hatin kirin û peyama xwedîderketina li nirxên gelê Kurd hat kirin.
Piştî axaftin û nîqaşan hilbijartin pêk hat û rêveberiyek ji 7 kesan hat hilbijartin. Navên di rêveberiya KOMAW a bi Serokatiya Dilovan Mûsa ev in: Sureyya Alici, Nevîn Yenîgun, Halît Ertaş, Cemîl Gultekîn, Mohammad Axayarî û Harûn Sever.