KOMAW kongreya damezrandinê pêk tîne

KOMAW kongreya damezrandinê pêk tîne

Malbatên mexdûr û wendahiyan ên li Ewrûpayê dijîn, di bin navê komeleya KOMAW de xwe bi rêxistin dikin. Komele kongreya xwe ya damezrandinê îro pêk tîne.

Malbatên Kurd ê ji şerê 30 salan mexdûre û zarokên xwe wenda kirine, li Elmanyayê bi navê Komeleya Malbatên Wendahiyan û Mexdûr (KOMAW s.V" ava dikin.

Komeleya ku ev demek dirêje tê xwestinw were avakirin, piştî karên xwe yên burokratîk, wê bibe xwedî navê KOMAW.

Komele wê bi kongreya xwe ya îro re bi awayekî fermî îlan bibe. Kongre wê li bajarê Elmanya Hagenê pêk were û ji welatên cûda yên Ewrûpayê bi giştî 200 delege beşdar bibin.

Di kongreyê de wê pirsgirêkên malbatên mexdûr ên neçar manê ji Kurdistanê koç bikin werin nirxandin û ji bo dema pêş plansazî û bernameyek were amadekirin.

Kongre wê saet di 12.00 de li Körnerstr. 94, 58095 Hagen bê lidarxistin.