Komalên Ciwan: Dagirkerî destavêtin e

Komalên Ciwan: Dagirkerî destavêtin e

Komalên Ciwan li hemberî destavêtina 8 leşkerên Tirk li keça 14 salî ya li Çewlikê nerazîbûneke tund nîşan da û destnîşan kir ku, ev bûyer rûyê rast ê rejîma Tirk li Kurdistanê nîşan dide. Komalên Ciwan da xuyakirin ku, hebûna saziyên dewletê li Kurdistanê bi xwe destavêtine û bang li hemû ciwanan kir ku, bi serhildanê van polîtîkayên qirêj ji welatê xwe derxînin.

Koordînasyona Komelên Ciwan, hovîtiya destavêtina 8 leşkerên Tirk a li keça 14 salî ya li Çewlikê bi daxuyaniyeke nivîskî nirxand û diyar kir ku, artêş û dewleta Tirk destavêtina zarok û ciwanên Kurd ji xwe re weke polîtîkayeke tinekirinê pejirandiye û bûyera li Çewlikê rû daye, nîşaneya vê yekê ye.

Komalên Ciwan da xuyakirin ku, dagirkerî bi xwe çanda destavêtinê ye û destnîşan kir ku heta saziyên dewletê li Kurdistanê hebûna xwe dewam bike, wê axa Kurdistanê her tim di bin destavêtinê de be.

Koordînasyona Komalên Ciwan, bêdengiya di bin navê hesasiyeta pêvajoyê ya li pêşberî vê hovîtiyê jî bi tundî rexne kir û got, "Eger ev pêvajo hesas be, divê herkes li gorî wê tevbigere. Dadgeriya Tirk, bi biryara dayî re ev hovîtiya destavêtinê weke wezîfeyek artêşa xwe dîtiye û li gorî xwe mafdar qebûl kiriye. Lewma hêviya edaletê ji dadgeriya Tirk, xeflet e. Pêwîste ciwanên Kurd li hemberî vê bûyerê bi berxwedan û serhildanê edaletê têkûz bikin."

PÊVAJOYA EM DIJÎN NE PÊVAJOYA AŞTIYÊ, PÊVAJOYA SERHILDANÊ YE

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêvajoya tê jiyîn ne pêvajoya aştiyê, pêvajoyeke serhildan û têkoşînê ye û ev xal hat destnîşankirin: "Rêber Apo ev pêvajo weke destpêkek, weke pêvajoyeke nû ya têkoşînê bi nav kir. Sekna yekane ya ciwanên Kurd a li hemberî vê êrişê ew e, ku saziyên rejîma tewacizkar a li Kurdistanê ji ser axa xwe bi avêje. Heta ku ev sazî li Kurdistane hebin, pêkanînên bi vî rengî jî wê her rû bidin."

HER BENDAV Û QEREQOLEK LI SER AXA KURDISTANÊ, DESTAVÊTINA REJÎMÊ YE

Koordînasyona Komalên Ciwan di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku, çêkirina bendav û qereqolan, destavêtina komî ya li Kurdistanê ye û bang li hemû ciwanên Kurd kir ku li her qadê bi giyana Apoyî rabin serhildan û berxwedanê. Komalên Ciwan da xuyakirin ku heta ev saziyên tecawizkar ên li Kurdistanê werin qewirandin, divê têkoşîna ciwanan bênavber dewam bikin.