Komalên Ciwan: Bêdengî wê rê li ber êrişên nû veke

Komalên Ciwan: Bêdengî wê rê li ber êrişên nû veke

Koordînasyoan Komalên Ciwan da xuyakirin ku, bêdengî wê rê li ber êriş û komkujiyên mezintir veke û xwest, nerazîbûnên li hemberî Komkujiya Licê bên xurtkirin. Komalên Ciwan got, "Hevalê Medenî bûye xwediyê sekna hêjayî vê pêvajoyê. Ev sekin, bangek ji bo tevahiya ciwanên Kurdistanê ye."

Koordînasyona Komalên Ciwan, der heqê erîşa li Licê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, di demeke pêvajoya çareseriya demokratîk ketiye qonaxeke nû de, pêkanînên balkêş ketine rojevê û mînakên, skandala destavêtinê ya li Çewlikê, bûyera destavêtinê ya li waregeha dibistana li Mêrdînê, gulereşandina gundekî Dêrsimê û bûyera li Licê, hatin nîşandan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêkanînên dewleta Tirk ên bêhna gelê Kurd teng dike, zêde bûne.

Di daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan de weha hat gotin; "Vekişîna gerîlayên azadiyê weke firsendê dibînin û polîtîkayên komkujiyê li ser gelê me tê meşandin. Ev yek nîşaneya biçûkbûnê ye. Divê hêzên mêtînger vê baş bizanibin; Kurdistan ne cihê ku mêtînger lê bi hêsanî tevbiger e ye. Divê ciwanên welatparêz ên Kurdistanê bi pîvana "Ne xwe parastin, bê rûmetî ye" tevbigerin. Aştî ne bêrûmetî ue. Ne bêdengî û ne jî serîtewandina li pêşberî êrişan e. Ciwanên Kurd ên Welatparêz, mîna duh wê îro jî li dijî siyaeta şerê taybet a Tirk derkevin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ciwanên Kurd wê xwe biparêze û tedbîrên xwe bistînin û hat gotin, "Li Licê hat dîtin, ku li pêşberî me hêzeke pîvanan nas nake heye. Ji ber vê yekê, çapemeniya şerê taybet a Tirk, her tevger, her nerazîbûneke gelê Kurd a li hemberî siyaseta talankariyê weke provokasyonê bi nav dike. Ev helwesta çapemeniya şerê taybet a Tirk, bê ehlaqî ye. Banga hesasiyetê li Kurdan dikin. Lê belê ji aliyekî din ve jî bêyî ji xwe fedî û şerm bike, destavêtin, komkujî, xebatên ajankirin, fûhûş û narkotîkê zêde dikin."

Koordînasyona Komalên Ciwan destnîşan kir ku hemûa dewleta Tirk a li Kurdistanê û her pêkanînên wê, provokasyon bi xwe ye. Komalên Ciwan got, "Eger li sabotorekî tê gerîn, bila hêzên mêtînger ên Tirk vegerin li xwe binêrin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Hevalê Medenî bûye sekna herî rast a vê pêvajoyê. Gava mi mêtîngeriyê hesap dipirsî, şehîd ket. Ev sekna hevalê Medenî bangeke ji bo tevahiya ciwanên Kurdistanê ye. Divê ciwanên welatparêz ên Kurdistanê li pêşberî komkujiya li Licê bêdeng nemîne. Divê her der bibe cihê çalakiyan, her der bibe cihê serhildanê."