Koma ji Bremenê vê hefteyê bû nobedarên li Strasbourgê
Koma ji Bremenê vê hefteyê bû nobedarên li Strasbourgê
Koma ji Bremenê vê hefteyê bû nobedarên li Strasbourgê

Çalakiya nobedê ya li ber Konseya Ewroapyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê komek ji Bremenê ve tê meşandin.
Çalakiya nobedê ya "Ji Ocalan re Azadî" ku li bajarê Fransa Strasbourgê li ber Konseya Ewropayê tê meşandin, vê hefteyê ji aliyê komek ji bajarê Elmanya Bremenê ve dewir hat girtin.
Nobeda ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bênavber dewam dike, ji aliyê Mawolî Kousa yê ji Rojava, Tûncer Yalinkiliç, m. Zekî Koç û Mahîr Karakoyûn ve dewir hat girtin.
Endamên koma çalakger wê di nava hefteyê de bi mirovên li derdorê re diyalogê deynin, der heqê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê agahiyan bidin.
Di çalakiyê de wê broşurên li ser biyografiya Ocalan werin belavkirin û di çarçoveya kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan de îmzeyan bên komkirin. Çalakger her wiha wê hewl bide bala raya giştî bikşîne ser komkujiyên li Rojava û Şengalê.
Endamên komê dan xuyakirin ku ew ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî tevlî çalakiyê bûne. Çalakgeran berxwedana li Rojava, Şengal û Mexmûrê jî silav kirin.
Nobeda "Ji Ocalan re Azadî" ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve her roj saet di navbera 07:30 û 17:00 de tê girtin.
