Koma Gebarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye
Koma Gebarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye
Koma Gebarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye
Pêvajoya vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê ya bi navê "meşa çareseriyê" dewam dike. Herî dawî koma ji 16 gerîlan ji Gebarê ketin rê, di 1'ê Hezîranê de gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Vekişîna gerîlayên HPG'ê ji Bakurê Kurdistanê ku weke qonaxa yekemîn a pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê dîtin, kom bi kom dewam dike. Herî dawî ji herêma Botanê ji eyaleta Gebarê koma ji 6 gerîlayên jin 10 gerîlayên mêr bi giştî 16 gerîlayan a bi fermandariya Azîme Denîz û Dilsoz Ronî, gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Koma gerîla ya ji Gebarê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Bawer Dêrsim ve hat pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de koma gerîla di meha Gulanê de gihaştibû Herêmên Paratinê yên Medyayê jî amade bû. Di merasîmê de, Dêrsim û fermandarên komê der heqê armanca vê meşê de bi kurtî axivîn.i Fermandarên komê dan xuyakirin ku ew li ser pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermana tevgera xwe vekişiyane û ji niha û pê ve jî wê têkoşîna xwe li qada lê ye bimeşînin.
Piştî merasîma pêşwazîkirinê endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Bawer Dêrsim bi komê re civînek lidar xist. Dêrsim bibîr xist ku wan meşa di 9. salvegera pêngava 1'ê Hezîranê de temam kirine, lê belê ji niha û pê ve jî wê bi heman giyana pêngavê hemû gerîla tevlî pêvajoya nû bibin û têbikoşin. Dêrsim ragihand ku pêngava 1'ê Hezîranê di pêvajoyeke gelekî girîng a dîrokê de pêk hatiye û anî ziman ku bi komploya navnetewî û êrişan hewl hatibû dayin tevgera me û gelê me tine bikin. Dêrsim da xuyakirin ku pêngava 1'ê Hezîranê ev hemû plan pûç kiriye.
PÊNGAVA NÛ LI SER 1'Ê HEZÎRANÊ BI PÊŞ KET
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Bawer Dêrsim da xuyakirin ku ji pêngava 1'ê Hezîrana sala 2004'an û vir ve weke gel û tevgerê Adil, Nûda, Ferhat, Gulbihar, Rojîn, Nûman û bi sedan hevalên xwe yên leheng şehîd dane û destnîşan kir, ku pêvajoya heyî nîşan dide ku berdêlên hatine dayîn ne belasebep bûye. Dêrsim diyar kir ku rêya rizgariyê ya gelê Kurd heta dawiyê vebûye û got, "Ji bo azadbûna gelê me, îro bingehek mezin ava bûye. Bi deskevtî û ezmûnên pêngava 1'ê Hezîranê re Rêberê me pêngaveke nû daye destpêkirin. Ev pêngava bi navê "Rizgariya Demokratîk, Jiyana Azad" di bingeha xwe de dewama pêngava 1'ê Hezîranê ye."