Koma Besta li Herêmên Parastinê yên Medyayê
Koma Besta li Herêmên Parastinê yên Medyayê
Koma Besta li Herêmên Parastinê yên Medyayê
Di çarçoveya meşa çareseriya demokratîk de, pêvajoya vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê bi lezgînî dewam dike. Koma Besta gerîla, di 4'ê Hezîranê de gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Vekişîna gerîlayan ji Bakurê Kurdistanê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve, ku weke qonaxa yekemîn a pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê dîtin, kom bi kom dewam dike. Herî dawî, ji Eyaleta Besta ya Botanê, di bin fermandariya Asya Bîngol û Egîd Xwînrij de, koma gerîla gihaşt Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Koma gerîla ya ji Eyaleta Besta, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji aliyê Endama Koordînasyona PAJK'ê Elîf Ronahî, Endama Navenda Paratina Gel Zeynep Efrîn û Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Gulîstan Gulhat ve hat pêşwazîkirin.
Endama Koordînasyona PAJK'ê Elîf Ronahî di merasîma pêşwazîkirinê de axivî û diyar kir, ku bibîr xist ku di çarçoveya pêvajoya nû ya têkoşînê de ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye, hêzên gerîla kom bi kom ji Bakurê Kurdistanê vedikişin. Ronahî got, "We meşa xwe ya Rizgariya Demkratîk û Jiyana Azad pêk anîne. Jİ ber vê meşê ez hemû hevalan pîroz û silav dikim. Divê ev baş were zanîn, sedemên destpêkê yên têkoşîna me çi bûn, niha jî sedema têkoşîna me heman tişt in.
Bêguman qonaxên vê têkoşînê wê hebîn û vekişîn jî qonaxek ji têkoşîna me ye. Ev pêvajo wê hîn xurt bibe û bi pêş bikeve. Armanca hevalên me yên di vê rê de jiyana xwe ji dest dan, emê bicih bînin û ji bo vê armancê ev meş tê kirin."
Yek ji fermandarên komê Egîd Xwînrij jî da xuyakirin ku ew li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermana tevgera xwe vekişiyane Herêmên Parastinê yên Medyayê û destnîşan kir, ku ew banga Rêberê xwe Ocalan a di Newrozê de kiribû, weke fermanekê qebûl dikin. Xwînrij got, "Em fedayiyên Rêber Apo û gelê Kurd e. Me banga Rêber Apo ya di Newroza îsal de kiribû, weke fermanekê dîtin û li ser vê bingehê vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê."
Fermandara jin a komê Asya Bîngol jî bi silavdayîna li pêvajoya "Çareseriya Demokratîk û Jiyana Azad" a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku li ser banga Ocalan ew vekişiyane. Bîngol got, "Armanca me azadiya Rêberê me ye, emê ji niha û pê ve jî li ser vê bingehê têkoşîna xwe dewam bikin."