Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

KODAR bi tevlîbûnên nû roj bi roj mezin dibe

KODAR bi tevlîbûnên nû roj bi roj mezin dibe

Kongreya Demokrasî û Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ku di Gulana 2014'an de hat damezrandin, rastî eleqeyeke mezin a civaka Rojhilatê Kurdistanê tê. Rêveberên KODAR'ê Serhildan Selmas û Birûsk Mêrîwan dan xuyakirin ku her hewldanek dij demokratîk û dij Kurd a rejîma Îranê, dibe sedem ku bi dehan kes tevlî rêxistinbûyîna wan bibe.

Endamên Rêveberiya Kongreya Demokrasî û Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Serhildan Selmas û Birûsk Mêrîwan bandora sîstema KODAR'ê li Rojhilatê Kurdistanê û eleqeya civakê ji ANF'ê re nirxandin.

‘JI HER BEŞÊN CIVAKÊ, JI HER TEMENÎ TEVLÎBÛN HEYE’

Selmas da xuyakirin ku ji her beşên civakê û ji her temenî tevlîbûn li nava sîstema wan heye û got, "Ji xwe em weke KODAR ji her beşeke civakê û heta ji her nifşek re vekirîne û xebatên me yên li gorî herkesê ku bikare xwe têde îfade bike û xizmetê ji gelê xwe re bike heye. Her wiha em ji her kesê dixwaze di nava xebatên avakirina neteweya demokratîk de cih bigirin re vekirîne û gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî sax be; ev peyama me rast fêm kiriye û tevlîbûn jî her diçe zêdetir dibe”. 

Selmas sedema zêdebûna tevlîbûnên nû jî bi sîstema dewleta Îranê ya zextkar, înkarker û tekparêz ve girêda û wiha axaftina xwe dewam kir, "Dewleta Îslamî ya Îranê dewleteke tekparêze û tam berevajiyê rastiya civaka Îranê û heta civaka Rojhilatê Kurdistanê ye. Weke tê zanîn hem civaka Îranê hem jî civaka Rojhilatê Kurdistanê xwedî dewlemendiyeke nasnameyên neteweyî, baweriyên cihê û her wiha xwedî ziman û zaravayên cuda ne. Ev rengînî her timî li hember tekparêziyê li berxwe dide û israreke mezin di çand û nasnameyên xwe yên xweser de hebûye û îro jî heye. Gelê Rojhilatê Kurdistanê her timî çand, ziman û baweriyên xwe yên cihê parastine û ti carî radestiyê qebûl nekirine. Bi taybet di warê çand, ziman û baweriyên xwe de xwedî rê û resmeke berxwedêr in. 

"REJÎMA ÎRANÊ ZEXTÊN XWE GIRAN DIKE"

Gelê Rojhilat îro gelekî wer bê alternatîf nîne û pêşketinên li Kurdistanê diqewimin bandoreke mezin li ser wan dike û dibe sedem ku bi îradeyeke azad rêya xwe hilbijêrin. Yanî gelê me ne bêhilbijêrk in. Xwedî rêxistinin, xwedî pergaleke pir berfireh a demokratîk û hêzên parastinê ne. Gel neçarî wê sîstema tekparêz ya dijminê gelan nîne. Gelê me di wê astê de ye ku ji hev derxe ka çi ji bo wê başe û çi dikeve bin xizmeta wê de. Di heman demê de gelekî polîtîk e, kêlî bi kêlî siyasetê dişopîne û xwedî hêza şîroveyê ye. Ji lewma her hewldaneke dij demokratîk û dij Kurd ya rejîma Îranê bi dehan kes tevlî me dike û rêxistina me mezin dike."

"EGER JIN XWE VEKIŞÎNE SÎSTEMA ÎRANÊ NIKARE DEQEYEKÊ LI SER PIYAN BIMÎNE"

Selmas, weke sedemeke din a tevlîbûnan jî zêdebûna pirsgirêkên civakî, aborî û bêkariyê dide nîşan û wiha dirêjahî bi axaftinên xwe tîne, "Li Îranê helbet tenê ne pirsgirêkên siyasî, neteweyî û baweriyan heye. Bi hatine ser kar a dewleta Hesen Ruhanî re berevajiyê bangeşeya wî ya di dema hilbijartinê de her roja paştir li şûna reformên civakî, sînordarkirinên mezin di serî de ji jinan re, ji tevahî beşên civakê re tîne. Weke tê zanîn beşê ku herî zêde eleqeya xwe ji xwandinê û ji kar û barên civakî re jinin. Rejîma Îranê ya rastîn xwe li ser îstîsmarkirina keda jinê îstîhdam dike. Eger jin ji nava karên dewleta Îranê werin kişandin wê deqîqeyek jî sîstema Îranê nikare li ser piyê xwe bisekine. Lê, balkêşe ku îro Îran, qadên ku jin di warê fikrî de, di warê qadên birêvebirin û pêşxistina qabiliyetên şexsî de, sînordar dikin û qedexe ji jinan re tînin. Tirseke mezin jîxwe zanakirina jinan heye. Destpêkê pêşî lê vekir, lê dît ku jin zana dibin, pergala dewletê rexne dikin, dixin ber lêpirsîne, qebûl nakin û xeta xwe ya jiyanê bixwe diyar dikin, vê carê dest bi qedexeyan kir. 

"ÎRAN LI PEY PROJEYÊN PÛÇ Û VALA YE"

Îran, îro li pey projeyên pûç û vala ye ku ka wê rêjeya zewacê çiqase zêde bike, wê malbat çiqas zarok bînin û di temeneke hîn zarok de wê çiqase zarok bidin zewicandinin. Yanî proje û planên hêsankirina zewac û zarok anînê pêş dixin. Heta li roxmê ku civaka Îranê ewçende xizaniyê jiyan dike jî lê, dikare bêje eger zarok bînin, em ê hemû derfetên madî bidin ku bikarin zarok çêbikin û bizewicin. Yanî zewacê di her warî de teşwîq dike û jinê bi vî awayî zêdetir hepsê nava çar dîwaran dike. Ev di jinan de pêşî li nerazîbûneke mezin vekiriye. Îro ji ber pirsgirêkên exlaqî, bêkarî, xizanî û madeyên hişbir civak ber bi xirabûnê dibin. Lê, her ku diçe nerazîbûna civakê pêş dikeve û lêgerîna jiyaneke nû di civakê de şitil dide. Cûre û rêbazên lêgerînan cûda jî bin lê, armanc xwe gihandina jiyaneke nû ye." 

"PERGALA ME KODAR Û KJAR JI HER BEŞÊN CIVAKÊ RE VEKIRIYE"

Selmas di dawiya axaftinên xwe de jî bang li her beş û nifşeke civakê kir ku di pêvajoya avakirina neteweya demokratîk a Kurd de cih bigirin û berê lêgerînên xwe bidin pergala KODAR û KJAR’ê û banga xwe bi van gotinan bi dawî kir, "Pergala me ya KODAR û KJAR’ê ji bo her beşeke civakê vekiriye. Hem ferd hem jî sazî, rêxistin û hwd. jî dikarin werin dibin banê KODAR û KJAR’ê de cih bigirin. Xebatên me yên îdeolojîk (ragihandin, çand-huner, lêkolînên akademîk- perwerde) jin, ciwan, civakî, ekolojîk, aborî, siyasî, parastin (serbazî) û hwd. hene. Yanî li gorî xwestek û qabiliyeta mirovan, hemû beşên xebatê yên têkildarî civakê hene û dikarin di her beşeke xebatê de beşdarî tekoşîna pêşxistina jiyaneke nû û avakirina neteweya demokratîk ya Kurd bibin. 

Ji bo me ne nasnameya neteweyî, ne nasnameya bawerî ne jî cihêrengiya zimanan pirsgirêke. Berevajî, wexta rengên cihê tevlî me dibin ji bo me cihê şanaziyêye û ev sîstema me dewlemend dike. Ji xwe sîstema me jî rengîniyê ferz dike. Ji lewma bi qasî ku em ji tevahî gelê Kurd re vekirîne ewqase jî ji gelên din yên Îranî re vekirîne ku werin dibin banê KODAR û KJAR’ê de tekoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê bilind bikin. 

"DIVÊ EM TEVGERA DEMOKRATÎK LI SERANGERÊ ÎRAN Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ BELAV BIKIN"

Tevlîbûn ketiye dema xwe ya herî baş lê, divê em bi beşdarbûna hezaran kesî tevgera demokrasiyê li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê berbelav bikin û mûxalefeteke nû ya demokrasiyê li Îranê pêş bixin. Ancax em bi vî awayî dikarin dawî li siyaseta qirker, kujer û îdaman bînin. Eger em naxwazin êdî ramanên me yên dixwazin azad biherikin werin darizandin û li sêdare werin dayîn, divê em berê xwe bidin pergala demokratîk a KODAR û KJAR’ê."

"CIWAN JI BER METIRSIYA DAIŞ'Ê YA LI SER GELÊ KURD BERÊ XWE DIDIN ÇIYAYÊN KURDISTANÊ"

Rêveberekî din ê KODAR’ê Birûsk Mêrîwan jî da xuyakirin ku bi taybet êrîşên çeteyên navdewletî yên DAIŞ’ê yên li ser herêmê û bi taybet jî li ser Kurdistanê bandoreke mezin li tevlîbûnan kiriye û bi taybet nifşê ciwan ji ber metirsiya DAIŞ’ê ya li ser gelê Kurd berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Mêrwîwan axaftina xwe wiha dewam kir: "Êrîşên DAIŞ’ê yên li ser gelê Kurd bû sedema bi hezaran kes tevlî tevgera azadiyê bibin û ref bi ref cihê xwe di nava eniyên parastinê de bigirin. Çawa ku îro li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê Kurdistanê ref bi ref tevlî hêzên parastina Kurdistanê dibin îro, li Rojhilat jî tevlîbûneke mezin a nifşê ciwan ji hêzên me yên parastinê re çêdibe.

"EGER BI VÎ RENGÎ DEWAM BIKE WÊ ROJHILATÊ KURDISTANÊ DI DEMEKE KURT DE BIBE XWEDÎ HÊZA PARASTINÊ YA HERÎ MEZIN"

Eger wiha biçe, wê di demeke nêz de Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bibe xwedî hêzekê parastinê ya herî mezin. Li hember êrîşên li ser Kurdistanê gelê me bi hestên xwe yên herî paqij ên welatparêziyê çareyê di nava refên me de dibînin û beşdarî me dibin. Em jî heya dawiyê xwe di ber perwerdekirina wan de berpirsyar dibînin û weke yek ji wezîfeyên xwe yên esasî dizanin. Kurdên Rojhilat êrîşên li ser Kobanê, Şengal, Mexmûr, Kerkûk û tevahî Rojava ji bo xwe jî weke metirsî û gefek dibînin û bi awayeke xwezayî tevdîrên xwe yên parastinê digirin. Ji ber dizane eger ev çeteyên navdewletî tenê li cihek jî encam bigire îhtîmalê ku berê xwe bidin Rojhilatê Kurdistanê heye. Gelek baweriyên cihê li Kurdistanê hene ev bawerî, mezheb û neteweyên cihê yên li Kurdistanê tev DAIŞ’ê ji xwe re weke gefeke herî mezin dibînin û ji lewma jî ji ber me weke hêza herî rêxistinkirî û xwedî hêza parastinê dibînin, tevgera me dihilbijêrin û tên nava refên YRK û HPJ’ê."

"BERÊ XWE BIDIN NAV REFÊN YRK-HPJ’Ê"

Birûsk Mêrîwan bang li tevahî ciwanan kir ku di vê dema dîrokî ya gelê Kurd di tê de derbas dibin de berê xwe bidin nava refên YRK-HPJ’ê û got "Em amade ne wan di her milî de perwerde bikin û ji bo parastina gelê Kurd û hemû gelên herêmê derbasî eniyên berxwedanê bikin. Di vê demê de cihê xwe di nava hemû cûre xebatan de lê, bi taybet jî di nava xebatên parastinê de girtin wezîfeya herî mûqades, welatperwerane û mafeke xwezayî ye."