Koçberên li Kobanê nikarin pêdiviyên jiyanê peyda bikin
Koçberên li Kobanê nikarin pêdiviyên jiyanê peyda bikin
Koçberên li Kobanê nikarin pêdiviyên jiyanê peyda bikin
Malbatên koçber ên li bajarê Kobanê bi cih bûne nikarin pêdiviyên germkirinê bikirin û bi sermayê re rû bi rû mane.
Bi hatina demsala zivistanê re pirsgirên malbatên koçber ên ku ji herêmên cuda yên Sûriyê koçber bûne û li baajarê Kobanê bici bûne jî zêde dibin. Ji ber bihabûnê welatiyên koçber nikarin sobe û sotemeniyê bikirin û bi serma û nexxweşiyan re rû bi rû mane.
Malbatên koçber ku di malan, dibistanan û konan de dijîn ji ber ku bêkarin nikarin pêdiviyên xwe yên zivistanê bikrin. Tevî ku buhayê mazotê ji 60 lîreyên Sûriyê derbas nabe car de malbatên koçber nikarin bikirin. Her wiha buhayê Sobeyan jî ji 20 hezaran zêdetir e. Saziyên têkildar diyar kirin ku heta niha ti saziyên navnetewî alîkarî nedaye koçberên li Kobanê.
Malbata Ehmed Yûsiv beriya Salekê ji bajarê Helebê koçberî Kobanê bûye, malbata ku ji 9 kesan pêk tê li dibistana Hunerên Jinan a Kobanê bicî bûne. Semyanê malê Ehmed Yûsif li ser besteyekê pêdiviyên dibistanan difroşe û rojê tenê 150 lîreyî bidest dixe. Yûsif da zanîn ku pêdiviya wî bi sobeyekê û sotemeniyê heye lê ew nikare bikire. Yûsiv diyar kir ku ew carna bapora ku xwarinê li ser çêdikin ji bo germkirinê bikar tînin.
Endamê komîteya sotemeniyê ya Kobanê Mihemed Mûsa jî diyar kir ku ew ê ji bo malbatên koçer mazotê peyda bikin û bi buhayên arzan bifroşin.