Koça ber bi Ewropayê gelekî zêde bûye

Hat ragihandin ku hejmara mirovên di pênc mehên destpêkê yên sala 2015'an de serlêdana penaberiyê li Yekîtiya Ewropayê kirin, ji sedî 68 ê ji pênc mehên destpêkê yê sala 2014'an zêdetir bûye.

Hat ragihandin ku hejmara mirovên di pênc mehên destpêkê yên sala 2015'an de serlêdana penaberiyê li Yekîtiya Ewropayê kirin, ji sedî 68 ê ji pênc mehên destpêkê yê sala 2014'an zêdetir bûye.

Saziya Yekîtiya Ewropa (YE) ya ji koçberan berpirsyar EASO diyar kir ku hejmara mirovên di pênc mehên destpêkê yên sala 2015'an de ji bo penaberiyê hatine YE yan jî serlêdana penaberiyê kirine, ji sedî 68 ê hejmara pênc mehên destpêkê yên sala 2014'an zêdetir e.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di hefteya bihurî de ragihandibû ku di nava sê mehên destpêkê yên sala 2015'ande 137 hezar mirovan bi rêya deryayê xwe gihandine Yewnanîstan û Îtalyayê.

EAOS da xuyakirin ku Norwêc û Swîsre jî di nav de 660 hezar mirov di sala 2014'an de hatine 28 welatên Ewropayê.

Rayedarên Ewropayê diyar dikin ku zêdebûna hejmara penaberan pêwendiya xwe bi şerê li Sûriyeyê heye. Rayedarên YE wê îro li Luksemboûrgê li ser nêzîkatiya li penaberan û pêşîgirtina li mirinên li Derya Spî, biaxivin.