KNK çû serdana Komala Îslamî û Partiya Komînîst
KNK çû serdana Komala Îslamî û Partiya Komînîst
KNK çû serdana Komala Îslamî û Partiya Komînîst
Şandeyek ji KNK'ê li Başûrê Kurdistanê bi Partiya Komînîst a Kurdistan û Komala Îslamiya Kurdistanê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê ji bo Desteya Bilind a Kurd weke nûnerê gelê Rojava beşdarî konferansa Cenevre-2 bibe, ji herdu aliyan piştgirî hate xwestin.
Şandeyek ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a di bin serokatiya Hevserok KNK’ê Nîlûfer Koç û nûnerên KNK’ê yên Herêma Kurdistanê Ferhat Dostkî û Xebat Mihemed de çûn serdana Partiya Komînîst a Kurdistanê.
Şanda KNK’ê li buroya navendî ya Partiya Komînîst a Kurdistanê ji aliyê Berpirsê Têkiliyan Mihemed Şêxanî, Endamê Bûroya Peywendiyan a partiyê Hawta Resûl û Endamê Desteya Serokatiyê Hawrê Ebû Tara ve hatin pêşwazikirin. Di hevdîtina şanda KNK’ê û Partiya Komînîst de rewşa Rojava, amadekariyên Kongreya Neteweyî ya Kurd, Konferansa Cenevre-2 û ji bo rewşa Rojava ji nêz ve bişopîne avakirina şandek ji partiyên siyasî ku biçe Rojava hate nîqaş kirin.
Herwisa jibo Desteya Bilind a Kurd weke nûnerê gelê Rojava beşdarî Konferansa Cenevre-2 bibe piştgirî ji partiya komînîst xwest.
Piştî hevdîtina xwe ya bi Partiya Komînîst a Kurdistanê re, şanda KNK’ê li ser heman mijarê di demjimêr 11:00’an de bi Komala Îslamiya Kurdistanê re li navenda partiyê hevdîtin pêkanî. Şanda KNK’ê ji aliyê serokê Komala Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr, Endamên Bûroya Siyasî Abdulsitar Mecîd û Bîlal Silêman û Berpirsê Desteya Serokatiyê Nebez Ehmed ve hatin pêşwazi kirin. Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Rojava, Kurdistanê û Rojhilata Navîn hate axaftin. Bi taybet li ser pêşeroja Rojava û Konferansa Cenevre-2’yê axaftin hat kirin. Herwisa ji Komala Îslamî hate xwestin ku piştgirî bide Desteya Bilind a Kurd ku weke nûnerê gelê Rojavayê Kurdistanê beşdarî Konferansa Cenevre-2’yê bibe. Tê hêvikirin kû Şanda KNK’ê di çarçoveya hevditinên xwe yên bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de sibê biçe serdana Yekgirtoya Îslamiya Kurdistanê.