Kişanak: Yan çete yan aştî!

Kişanak: Yan çete yan aştî!

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di mîtînga Rojava de bang li hikûmetê û Serokwezîr kir ku ji dil û vekirî bin û got, "Hem tuyê bêjî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikim, pêvajoya aştiyê bi pêş ve dibim, hem jî tuyê çeteyan bişîne ser şoreşa Rojava a li ser stratejiya Ocalan bi pêş ve dikeve. Tu nikarî gelê Kurd bixapîne. Ya tuyê bibe alîgirê çeteyan yan jî bibe yê aştiyê. Herdu bi hev re nabe."

Di mîtînga "Rojava li ber xwe bide Stenbol bi te re ye" ya ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê ve hat organîzekirin û pêkhateyên HDP û HDK'ê jî destekê didin de, li dû Hevserokên HDP'ê Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak axivî. Kişanak got, "Em di berbanba sedsala 21. de ne, roj ji Rojava hiltê. Ev roj dê tîna xwe bide tevahiya Kurdistanê, dê aştî û azadiyê bîne tevahiya Rojhilata Navîn. Îro ketin tirsa şoreşa Rojava. Bila bitirsin, Kurd û Kurdistan stêrka li Rojhilata Navîn şewqê didin e."

Kişanak ragihand ku îro hatiye dîtin gelê Kurd hêza herî mezin a polîtîka a Rojhilata Navîn e û destnîşan kir ku çavkaniya vê hêza polîtîk jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

ROJAVA DÊ BIBE PÊŞENGÊ SÛRIYEYA DEMOKRATÎK

Kişanak bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya bi salan çareseriyeke stratejîk pêşniyar kiriye, pêşniyara sîstemeke konfederal a xwe dispêre gelên Rojhilaa Navîn kiriye û got, "Afirînerê şoreşa Rojava Birêz Ocalan e. Bi hezaran caran silav jê re."

Kişanak meclîsa damezrîner a li Rojava silav kir û got, "Ev meclîseke ku cih ji hemû gelan re hatiye dayîn. Ji bo serketina vê meclîsê, serketina vê şoreşê divê her kes çi ji dest bê bike. Yê ku îro xwedî li şoreşa Rojava dernekevin, dê sibê nikaribe li rûyê gelê Kurd binêre. Rojavayê Kurdistanê dê xweser be, dê li Sûriyê rêveberiyeke demokratîk ava bibe. Pêşengê vê jî dê gelê Rojava be. Dîrok her tiştî yek bi yek dinivîsîne. Bila her Kurdê bi rûmet, her mirovê baweriya xwe bi biratiya gelan heye cihê xwe li gel şoreşa Rojava bigirin, vê şoreşê mezin bikin û bi vê şoreşê re xurt bibin."

GOTINA KURDISTANÊ BERHEMA BI HEZARAN LEHENGAN E

Kişanak gotina "Kurdistanê" ya Erdogan bilêvkir bibîr xist û got, "Bêguman girînge Serokwezîrê vî welatî gotiye Kurdistan. Lê têkoşîna heta roja îro hatiye meşandin ji bîr nekin. Eger îro ji Kurdistanê re Kurdistan tê gotin, bi sayan bi hezaran lehengên me yên îro ne di nava me de ne. Ez wan silav dikim. Bi saya wan ji Kurdistanê re Kurdistan tê gotin."

ŞOREŞA ROJAVA XALA DESTPÊKÊ YE

Kişanak bi vî rengî axivî:

"Divê şoreşa Rojava bê jiyîn. Şoreşa Rojava xala destpêkê ye, lêgerîna azadiyê ye. Îro li holê polîtîkayeke gelan bi hev dide qirkirin heye. Li her derê bombe diteqin, bi dehan mirov jiyana xwe ji dest didin. Dixwazin vî şerê qirêj bibin Rojava. Li Rojava bombe hatin teqandin, 3 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ez wan bi minetdarî, bi rêzdarî bibîr tînim. Ev têkoşîna wan, li dijî emperyalîstên dixwazin tevahiya alema Îslamê têxe şerekî mezhebî, sekneke bi rûmet e. Yê ku ji xwe re dibêje ez Misilmanim, divê xwedî li Rojava derkeve."

YEKANE XETA ME YA SOR ROJAVA YE

Kişanak bang li hikûmeta AKP'ê kir û got, "Hûn ketine rewşeke welê ku hêvî û bendewariyan ji çeteyan dikin. Destpêkê we xewn û xeyalên herêma tampon dikirin. Me gotin bila destwerdana navneteweyî bibe, emê jî dagir bikin. Niha jî we çete şandin. Lê evê jî bi ser nekeve. Li wê derê hişmendiyeke ku azadiyê dide hemû bawerî û gelan heye. Ev çeteyên we li ser navê Îslamiyetê sûc dike, gunehan dike. Hûn jî hevkarê vê ne. Em bang li hikûmeta AKP'ê û Birêz Serokwezîr dikin ku ji dil û vekirî bin. Hem tuyê bêjî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikim, pêvajoya aştiyê bi pêş ve dibim, hem jî tuyê çeteyan bişîne ser şoreşa Rojava a li ser stratejiya Ocalan bi pêş ve dikeve. Tu nikarî gelê Kurd bixapîne. Ya tuyê bibe alîgirê çeteyan yan jî bibe yê aştiyê. Herdu bi hev re nabe. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî ya bi partiya me re bal kişand ser Rojava. Ez hez nakim bi xetên sor biaxivim, lê xeteke me ya sor heye. Şoreşa Rojava xeta me ya sor e."

Li dû axaftina Kişanak nûnerên saziyan derketin ser dikê û gel silavkirin.

Mîtîng bi axaftina Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk dewam dike.