Kişanak: Qedexekirina PKK ya li dora maseyê, nakokiyeke mezin e
Kişanak: Qedexekirina PKK ya li dora maseyê, nakokiyeke mezin e
Kişanak: Qedexekirina PKK ya li dora maseyê, nakokiyeke mezin e
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di civîna çapemeniyê ya li Berlînê de got, "Qedexekirina PKK'ê ya li dora maseyê rûniştiye, nakokiyeke mezin e." Kişanak bang li hikûmeta Berlînê kir û got, "Rakirina qedexeya PKK'ê, dê alternatîfa demokratîka Kurdan xurtir bike û bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike."
Li paytexta Elmanya Berlînê, li salona Konferansa Çapemeniyê ya Federal a li kêleka Meclîsa Federal bi daxwaza "Bila qedexekirina PKK'ê bê rakirin" civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Berdevkê Însiyîfa "Tatort Kurdistan" a meşa sibê ya li Berlînê organîze dike Dr. Elmar Mîllîch, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Hevserokê YEK-KOM'ê Yuksel Koçe û Berdevkê Civata Aştiyê ya Elman (DFG-VK) Monty Schaedel amade bû.
Di destpêka civînê de Dr. Elmar Mîllîch mafê axaftinê wergirt û behsa xebatên "Tatort Kurdistan" a di sala 2009'an de ava bû, kir. Mîllîch ragihand ku li dijî bendavên li Kurdistanê û firotina çekên Elmanya ji bo Tirkiyê, wan gelek kampanya meşandine.
‘JI BO MUZAKEREYÊ WELATEKÎ SÊYEMÎN ŞERT E’
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak piştre axivî û diyar kir ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke guherînê de ye û got, "Di pêvajoya guhertînê ya Rojhilata Navîn de Kurd xwedî pozîsyoneke girîng e. Kurd li Rojhilata Navîn bê dewlet e, lê gelekî xurt ê ji 40 mîlyonî ye. Her çend di navbera Kurdan de nêzîkatiyên ji perspektîfên cuda hebin jî, di mijara azadiyê de xwedî heman nêrînê ne."
Kişanak bal kişand ser hevdîtinên navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hikûmeta Tirk û anî ziman ku di mehên dawî de rewşeke xetimî xwe daye der.
Kişanak anî ziman ku divê hevdîtinên li gel Ocalan werin berfirehkirin, rojnamevan, akademîsyen, û her kesên dixwazin di çareseriyê de rolekê hilgire ser milê xwe karibin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Kişana got, "Em dixwazin di van hevdîtinan de aliyekî sêyemîn hebe. Em dixwazin welatên ku di pêvajoyên mîna vê de bi ser ketine, bibin aliyê sêyemîn. Birêz Ocalan got, welatekî rojavayî weke çavdêr dikare rewşa xetimandî çareser bike."
‘BILA EWROPA ALÎKARIYÊ BIDE PÊVAJOYÊ’
Kişanak destnîşan kir ku di pêvajoya çareserî û aştiyê de hebûna navê PKK'ê di lîsteya "rêxistinên terorîst" a Yekitiya Ewropayê de pirsgirêkeke cidî ye û got, "Tirkiye bi PKK'ê re hevdîtinan dike û hewl dide pirsgirêkê çareser bike. PKK diyar dike ku ew di mijara çareseriyê de bi biryar e. Di rewşeke bi vî rengî de ya ku dikeve ser milê Ewropayê, alîkarîdayîna pêvajoyê ye. Eger qedexekirina PKK'ê were rakirin û ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin, dê Ewropa feydeyeke mezin bide pêvajoya aştî û çareseriyê."
Kişanak da xuyakirin ku eger bi taybetî Elmanya qedexekirina PKK'ê rake, dê ev yek alternatîfa demokratîk a Kurdan xurtir bike û bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Kişanak xwest, hikûmeta Elman vê mijarê têxe rojeva xwe.
Li dû daxuyaniyê Kişanak bersiv da pirsên rojnamevanan. Li ser pirsa ANF'ê ya "Hûn bi DYE ya ku tê texmînkirin di lîsteya rêxistinên terorîst û qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê de xwedî rol e hevdîtinê dikin, di vî warî de peyama we ji Washîngtonê re çiye?" Kişanak ev bersiv da: "Di mijara çareseriyê de divê hemû welatên Ewropayê tiştekî bikin. DYE weke hêzeke global xwedî rolekê ye. DYE siyaseteke pragmatîk dimeşîne, divê Ewropa vê bibîne. Dibe ku carna DYE tiştên naxwaze bike bi Ewropayê re dide kirin. Divê welatên Ewropa bi vîn nêz bibin."
Li dû civîna çapemeniyê Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak li komeleya Mala Kurdan bi jinên Kurd re civiya. Danê êvarê saet di 18:00 de jî wê Kişanak li Weqfa Rosa Luxembûrgê beşdarî panêlê bibe.
Di panêla bi moderatoriya Selîm Ferat de tevî Kişanak wê Nûnera Komeleya Doktorên Xwedî Berpirsyariya Civakî û Doktorên Pêşî li Şerên Atomê yên Navneteweyî Digirin (IPPNW) Dr. Gîsela Penteker, li ser navê Însiyatîfa Tatort Kurdistan Monîka Morres û Endamê Desteya Rêveber a YEK-KOM'ê Yilmaz Kaba amade bin.
Sibê jî dê bi organîzeya "Tator Kurdistan" bi daxwaza rakirina qedexekirina PKK'ê meş were lidarxistin. Meş dê saet di 11:00 de li medayan Alexanderplatz a li navenda Berlînê destpê bike, dûre li meydana Brandenbûrg Tor veguhere mîtîngê.