Kişanak: Hewl dan li Licê komkujiyê bikin

Kişanak: Hewl dan li Licê komkujiyê bikin

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê û kuştina mirovan bi hev re nameşin û got, "Eger îro li Licê gelek kesan jiyana xwe ji dest nedabin, ev rasthatineke. Ji ber ku li wê derê xwestin komkujiyê bikin. Li Licê hovîtiyek derketiye holê."

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, di civîna koma partiya xwe de, mijarên di rojevê de nirxand. Kişanak di nirxandina xwe ya li ser 2'ê Tîrmehê komkujiya Sêwasê de got, "Agirê beriya 20 salan li Madimakê hat pêxistin, hînê canê mirovên ji xwe re dibêje ez mirovim dişewitîne. Sûcdarên vê komkujiyê perçe bi perçe hatin rizgarkirin. Hin ji wan bi hinceta "dem di ser re derbasbûye" hatin xelaskirin, yên ceza xwarin jî derxistin derveyî welat. Ev agir hînê venemiriye. Divê rûbirûbûnek bi komkujiya Sêwasê re teqez bê kirin."

'JI BO KOMKUJÎ BI DAWÎ BIBIN, ME DEST BI PÊVAJOYA AŞTIYÊ KIRIN'

Hevseroka BDP'ê Kişanak destnîşan kir ku, ji bo dawî li komkujiyan bê anîn, wan dest bi pêvajoya çareseriya demokratîk kirine û komkujiya vê dawiyê ya li Licê di 28'ê Hezîranê de pêk hat û di encamê de ciwanekî Kurd Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da bibîr xist. Kişanak got, "Dîmenên komkujiyê li holê ye. Gotinên qeymeqam hene. 209-250 kes li wir in. Hema em bêjin ev girse wê zerar bidabûya qereqolê. Ma rêyeke din a astengkirina wan tinebû? Tuyê hem behsa çareseriya pirsgirêkan a di pêvajoya aştiyê de bikî û hem jî ji pişt ve mirovan bikujî. Ev herdu li hev nakin, bi hev re nameşin. Eger di bûyerê de hîn bêtir mirovan jiyana xwe ji dest neda bin, ev rasthatineke. Hewl dan komkujiyekê bikin, hovîtiyek li wir derketiye holê. Hînê nêzîkatiyek ku vê êrişê neheq nîşan dide, nehatiye pêşkêşkirin. Bêyî ku ji Fermandarê wê qereqolê destûrê bistîne, gelo kî dikare gule li gel bireşîne? Herî kêm, divê ew fermandarê wê qereqolê ji wezîfeyê were girtin. Eger em derewên dewletê yên ji roja destpêkirina komkujiyê û heta îro li vir bînin ziman, wê ji vir heta Licê rê çê bibe. Hemû derew in. Tenê rastiyek heye; Ew jî ciwanekî bedew ê 18 salî bi guleya ji çeka leşkeran derketiye, jiyana xwe ji dest daye."

'HEWL TÊ DAYÎN KOMKUJIYA LI LICÊ BÊ NIXUMANDIN'

Kişanak da xuyakirin ku, hewl tê dayîn komkujiya li Licê bê nixumandin û got, "Heta niha hewl didan têkoşîna Kurdan manîpule bikin. Niha jî radibin behsa trafîka narkotîkê dikin. Ya hûnê hesabê vê bipirsin an jî emê hesap ji van kujeran û yên hêz dane wan bipirsin. Em nikarin xwe li terora polîs û leşkeran rabigirin. Gerîla dest bi meşeke dîrokî kir û nehişt zerar bigihêje yek kesî. Hûn jî bi heman hurmetê nîşan bidin û dest ji polîtîkayên xwe yên mîlîtarîst berdin. Emê destûrê nedin vê. Ji vê derê îlan dikim. Wan erdên lê narkotîk tê çandin ji me re bihêlin, emê ji holê rakin. Ma hûn li benda îro man ji bo li dijî narkotîkê têbikoşin. Meclîsa Ciwanan a BDP'ê li dijî narkotîk û fûhûşê dest bi kampanyayê kiriye. Bila leşker û polîsên we pêşî li me negirin, emê bi dehhezaran ciwanan re bi ser erdên narkotîkê ve bimeşin. Dibêjin em qereqolên nû çê nakin, em qereqolan bi hêz dikin. Vana heqaretê li mejiyê me dikin. Mirov bi awayekî mafdar dipirsin; Gelo gerîla ji bo vê yekê xwe vekişand? Gelo rewşa aştiyê ji bo vê yekê tê bikar anîn? Di nava sivîlan de cihê qale, qalekol tineye."

'KES NIKARE QEREQOLAN RAVE BIKE'

Kişanak got, "Mirov dipirsin, gelo amadekariyên şerekî girantir tê kirin? Kes nikare van qalekolan rave bike. Em dipirsin bila bersivê bidin; li rojavayê vî welatî çend qalekol hene. Gelo pêwistiya rojavayê vî welatî bi ewlekariyê tineye? Ev yek pêwistiyeke konsepta şer e. Eger konsepteke aştiyê li holê hebe, hingî ev qalekol ji bo çi ne. Qonaxa yekemîn a pêvajoyê temam bû. Divê herkes êdî berpirsyariyên xwe bicih bînin, da ku pêvajo bimeşe."