Kişanak: Asta xebatên destûra bingehîn bersivê nade bendewariyan

Kişanak: Asta xebatên destûra bingehîn bersivê nade bendewariyan

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ku li ser pêvajoya destûra bingehîn a nû de bi Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek re hevdîtin pêk anî got, "Asta heyî, bersivê nade bendewariyên me hemûyan." Kişanak xwest, komîsyon karên xwe dewam bike.

Serokê Parlamenta Tirkiyê Cemîl Çîçek, der heqê xebatên destûra bingehîn a nû de bi heyeta BDP'ê de hat cem hev. Di civînê de Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak û Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan amade bûn.

"ASTA HEYÎ BERSIVÊ NADE BENDEWARIYAN"

Kişanak li dû hevdîtinê daxuyaniyek da û der heqê xebatên destûra bingehîn a nû de got, "Asta heyî, bersivê nade bendewariyên me hemûyan. Di nava pêvajoyeke ewçend dirêj de bi tenê li ser 48 madeyan lihevkirin çê bûye. Ev yek kêmasî û pirsgirêkek mezin e. Em weke partî hêvî dikim, ez hal bibe." Kişanak da xuyakirin ku divê xebatên komîsyonê dewam bike û got, "Ev, bendewariyeke 30 salan e. Ji darbeya 12'ê Îlonê û vir ve, civak li benda destûreke bingehîn a azadîperest, sivîl û demokratîk e. Bi salan, di oxira vê de têkoşiya."

"DIVÊ XEBATÊN KOMÎSYONÊ DEWAM BIKIN"

Kişanak ragihand ku li nava gel şert û mercên ji bo destûreke nû ya demokratîk û sivîl derketiye holê, lê belê ev bendewariyên destûra bingehîn a demokratîk a li nava civakê, di parlamentê de baş nayê dîtin û got, "Ev kêmasiyeke, divê were çareserkirin. Divê parlament bersivê bide vê bendewariyê. Em bi berpirsyariyeke bi vî rengî re rû bi rû ne. Hemû partiyên siyasî soza destûreke nû ya demokratîk û sivil dan gel. Divê kes ji vê berpirsyariya xwe nereve. Ji ber vê, em dixwazim xebatên komîsyonê dewam bikin. Lê belê divê rê û rêbazeke lezê bide van xebatan were dîtin. Diyare ku rêbaz û tempoya xebatê ya heta roja îro, têrker nîne. Lewma pêwîste partiyên siyasî pirsa "Ji bo hejmara madeyên li ser lihevkirinê hatine kirin zêde bibin, divê çi were kirin? ji xwe biprsin û bi nêzîkatiyeke ku konsesusê pêk bîne, tevlî civînên komîsyonê bibin. Emê bi vî rengî nêzîk bibin. Ji bo hejmara madeyên li ser lihevkirin hatine kirin zêde bibin, emê hîn bêtir bi fedekarî bixebitin. Ji partiyên din jî, heman hêviyê dikin."

Kişanakê li ser pirsekê da diyarkirin ku, “bila muzakere têkneçin lê bila tu tişt jî neyê kirin” tiştek wiha nayê qebûl kirin û got: “Hem bila muzakere têkneçin, hem jî bila pêşketin çêbibin. Em xwedî vê nêzîhatiyê ne. Ji ber ku bendewariyên civakê di vê rastekê de ne.”
Kişanakê da diyarkirin ku, di hevdîtinê de Çîçek gazinc ji tempoya kêm ya xebatê, bê berhemiyê û madeyên li hev kirine kêmin, kir û li şûna vê jî Çîçek çi rêbazên din pêşniyar nekirin.

GIRTINA DEM DIRÊJ

Kişanakê biryara Dadgeha Makezgonê a têkildarî girtinên dem dirêj jî nirxandin kir û got: “Ew qas dem dirêj girtin nabe. Di vê mijarê de cot standartî heye, xelete, pêkanînên cihê reng hene. Biryara dawî ya Dadgeha Makezagonê vana îşaret dike. Saleka hatiye diyarkirin pêwîste Parlemento xwe mijol neke, berpirsyartiya ku di keve ser milê wê bîne cih û guncawî standartên gerdûnî, mexdûriyeta mexdûran rake û guhertinên zagonî ên girtinê weke rêbazek yê cezakirinê tê bikaranîn bêne kirin.”