Keyayan ji bo karkerên hatin revandin serî li BDP'ê dan
Keyayan ji bo karkerên hatin revandin serî li BDP'ê dan
Keyayan ji bo karkerên hatin revandin serî li BDP'ê dan
Komeleya Keyayên navçeyên Bêdlis Tetwan û Xîzanê serî li Serokatiya BDP'ê ya bajarê Bêdlisê dan û ji bo dîtina sê karkerên ev hefteyeke jê hay tinene, alîkarî xwest.
Serokên Komeleya Keyayên Navenda Bêdlis, Tetwan û Xîzanê û 30 keya li Serokatiya BDP'ê ya Bêdlisê li hev kom bûn.
Keyayan dan xuyakirin ku piştî şerê salên dirêj, pêşketina pêvajoya aştiyê ya navbera herdu aliyan rê li ber hêviyan vekiriye û fikarên xwe yên ji ber hin bûyerên di rojên dawî de li navenda Bêdlis û navçeyên Tetwan û Xîzanê qewimîn, anîn ziman.
Keyayan, ji bo dîtina sê karkerên hefteya bihurî ji gundê Engesor ê Tetwanê hatin revandin, alîkarî ji BDP'ê xwestin.
Keyayan diyar kirin ku bûyerên bi vî rengî zerarê didin pêvajoya aştiyê û anî ziman ku ew li benda alîkariya BDP'ê ne.
Hat ragihandin karkerên mijara gotinê Taner Aykût Alp ê ji gundê Egrîtaş ê Tetwanê, Emrûllah Ayaz ê ji Tetwanê û Necîp Şîrîngul ê ji gundê Engesorê ne. Walîtiya Bêdlisê ji revandina karkeran PKK berpirsyar girtibû. Lê belê bûyer heta niha ji aliyê çavkaniyên HPG'ê ve nehatiye piştrastkirin.