Keştiya diçe Îmraliyê dîsa "xera bû"
Keştiya diçe Îmraliyê dîsa "xera bû"
Keştiya diçe Îmraliyê dîsa "xera bû"
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, careke din bi hinceta "keştî xerabe ye" hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê careke din bersiveke neyînî girtin. Bi hinceta "keştî xerabe ye" careke din nehiştin parêzer biçin girava Îmraliyê.
Hêjayî gotinê ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve parêzer bi hincetên cûrbecû derfetê nabînin biçin Girava Îmraliyê.