Kêştî ji bo malbatan jî xirabeye!

Kêştî ji bo malbatan jî xirabeye!

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin serlêdan kirin û serlêdana malbatan bi hinceta "kêştî xirabe ye" hate redkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, malbatên Cumalî Karsu, Şehmuz Poyraz û Hakki Alkan ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji bo ku roja duşemî bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê serlêdana malbatan bi hinceta "kêştî xirab e" hate redkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan herî dawî di 18'ê sibatê de çûbû Girava Îmraliyê û bi birayê xwe Ocalan re hevdîtin kiribû. Serlêdana malbatan berê jî bi hinceta "kêştî xirabeye" hatibû redkirin.