Keskiyên Kurdistanê ji gerîla razî ne
Keskiyên Kurdistanê ji gerîla razî ne
Keskiyên Kurdistanê ji gerîla razî ne
Li gorî Partiya Keskan a Kurdistanê ya l Başûrê Kurdistanê ava bû, li Kurdistanê ti kes mîna HPG'ê ne dostê xwezayê ye. Serokê Partiyê Handren A. Naumon got, "Di serdana xwe ya li qadên gerîla de me dîtin, ku gerîla daran nabirin, naçin nêçira heywanên kovî û darên nû diçînin." Naumon li hukûmeta Hewlêrê jî der heqê polîtîkayên xwezayê de rexne kir.
Bi pêşengiya komeke bi navê Organîzasyona Keskan a Kurdistanê ya li Ewrûpayê xwe bi rêxistin kirin, berî demekê li Başûrê Kurdistanê Partiya Keskan hat damezandin. Partiya ku şertên xwe yên damezrandinê pêk aniye, li benda erêkirina Rêveberiya Kurdistana Federal e. Partiya Kesk a Kurd, ne tenê Başûrê Kurdistanê, dixwaze parçeyên din ên Kurdistanê jî bixe rojeva xwe.
Serokê Partiyê Handren A. Naumon ku di meha Gulanê de ji bo tevlî civata giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bibe hatibû Ewrûpayê, ji ANF'ê re behsa armanca partiya wan û xebatên heta niha pêk aniye, kir. Naomon bibîr xist, ku ew bi armanca avakiirna civakeke dostê hawirdorê, ekolojîk, demokratîk û wekhev a li Kurdistanê ye û got, "Em dixwazin li dijî zerarên pergala Kapîtalîst, bêrêtî û her şêweyên bê edaletiyê, têbikoşin."
LI HUKÛMETA HEWLÊRÊ, REXNEYA HAWIRDORÊ
Naumon da xuyakirin ku li Başûrê Kurdistanê bajarbûyîn hîn nû bi pêş dikeve, lê faktora hawirdorê li ber çavan nayê girtin û rexneyên cidî li hukûmeta Hewlêrê kir. Naumon bibîr xist ku li hukûmeta Kurd, wezaretên hawirdorê û mafên mirovan hatine rakirin û got, "Li her devera cîhanê, ev herdu wezaretî gelekî girîng in. Lê hukûmeta Hewlêrê ji ber çiye nayê zanîn, ev herdu wezaretî rakir û di şûna wê de daîreyên hawirdor û mafên mirovan ên xwedî erkeke biçûka ava kirin. Mixabin ev daîre jî baş naxebitin."
Naumon diyar kir ku Başûrê Kurdistanê hînê av û elektrîka xwe ji Îran û Tirkiyê distîne û destnîşan kir ku armanca wan a bingehîn, di meşandina xebatên binesaiyê de parastina hawirdorê ye. Naumon da xuyakirin ku bi qasî dengeya ekolojîk û hawirdorê, ew dixwazin li dijî feqîriyê jî têbikoş in û got, "Em dixwazin bajarên Kurdan lêkolîn bikin. Mînak du bajarên mezin ên kurdan; Amed û Hewlêr. Ji kanalîzasyonê heta şênkahiya wê, em dixwazin herduyan bînin beranberî hev."
"XWEZÎ HEMÛ KURD MÎNA GERÎLA XWEDÎ XWEZAYÊ DERKETIBÛYA"
Handren A. Naumon da xuyakirin ku weke Partiya Keskan a Kurdistanê ew çûne Herêmên Parastinê yên Medyayê û lêkolîn pêk anîne û got, "Me di serdana xwe de dîtin, ku gerîla daran nabire, bi ti awayî zerarê nadin xwezayê û di ser de hawirdorê diparêze. Mînak; gerîla tim û tim daran diçînin û tevî ku di nava xwezayê de bi ti awayî naçin nêçira heywanên kovî. Hema hema em li tevahiya Kurdistanê geriyan, me dît ku ti kes mîna gerîla li xwezayê xwedî dernakeve. Xwezî hemû Kurd mîna gerîla xwedî li xwezayê derketibûya."