KESK'iyan ji bo Ocalan ji Wezareta Dadê re faks şandin
KESK'iyan ji bo Ocalan ji Wezareta Dadê re faks şandin
KESK'iyan ji bo Ocalan ji Wezareta Dadê re faks şandin
Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê ji bo heyeteke serbixwe ya dixtoran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tedawî bike ji Wezareta Dadê re faks şandin.
Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê ji bo heyeteke serbixwe ya dixtoran biçe Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tedawî bike li Postaxaneya Ofîsê ji Wezareta Dadê re faks şandin. Berdevkê demî yê Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê Mehmet Karaaslan diyar kir ku, ji bo heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê hatine gel hev. Karaaslan bi bîrxist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 salin bi tecrîdeke giran re rû bi rû ye û ji ber vê yekê problemên tenduristiyê tên rû didin û wiha got: "Pêwîstî dîtiye ku daxwazeke bi vî rengî bike. Li Îmraliyê mayîn tê wateya xespkirina mafê jiyana mirovan. Piştî biryara vekişînê li welatê me ji bo aştiyê derfetên girîng hatine bi destxistin, lê ev derfet ji aliyê dewletê ve baş nayê bi kar anîn û gavên li ber çav nehatine avêtin. Ev yek di nav gel de dibe sedema fikaran. Qebûlnekirina daxwaza Ocalan ya heyeteka dixtoran fikarên ji bo aştiyê zêdetir dike. Wekî kedkarên cemaweriyê em bi fikarin ku ev pêvajo bi sernekeve."
Karaaslan xwest ku daxwaza heyeta dixtoran ya serbixwe bê qebûlkirin û wiha got: "Ji bo birêz Ocalan pêvajoya muzakereyan bimeşîne divê derfet bên sererastkirin. Ji bo birêz Ocalan re heyeteke dixtoran ya serbixwe bê şandin em dê ji Wezareta Dadê re name bişînin. Ger ev daxwaz bê qebûlkirin, ev yek dê ji bo welat û raya giştî girîng be."
Piştî daxuyaniyê endamên KESK'ê ji Wezareta Dadê re faks şandin.